DÎK’ê ji bo Kobanê û Cejna Qurbanê peyam weşand

DÎK’ê ji bo Kobanê û Cejna Qurbanê peyam weşand

Kongreya Îslama Demokratîk di peyama xwe ya ji bo Kobanê û Cejna Qurbanê de got, “Wek Kongreya Îslama Demokratîk û pêkhateyên wê ji bo bicihkirina aştî û hizûrê, bêyî ferqa mezheb, nîjad û baweriyan bê kirin, em bang li tevayî gelên li Rojhilata Navîn dijîn, mirov û rûspiyan dikin beriya her tiştî bi berpirsiyartiya li hember xwe/wijdanê xwe di aştiyê de bi israr bin û xwedî li Kobanê û gelên din ê mazlum derkevin.”

Kongreya Îslama Demokratîk ji bo Kobanê û Cejna Qurbanê peyamek weşand.

Kongreya Îslama Demokratîk diyar kir ku çeteyên DAIŞ li hember curbicurbûna etnîk, olî û mezhebî ya vê erdnîgariyê ya hezarê salan, tehdîdeke û pêwîst e di firsenda destpêkê de ji holê bê rakirin.

DÎK’ê got ku çeteyên DAIŞ ên li hember Suryaniyên Nînova, li Mûsilê li hember Tirkmenên Şîî, Erebên wan qebûl nakin û Êzidiyên Şengalê êrîşên tunekirinê ku dan destpêkirin êrîşî Kurdistana Iraqê ya kesên ji mezheba wê –sunî- têde dijin û vê carê jî êrîşî dilê Rojava Kobanê kiriye.

DÎK’ê wiha got, “Ev bêşansiya ku bi taybet di roja me de pêvajoya Aştiyê ya Tirkiyeya ku dibêje bi Kurdan re aştiyê dixwazim û di heman demê de di nav lêgerînan de ye ku bibe aktorê herêmî derbe dike û di van rojên ku DAIŞ êrîşî dilê Rojava Kobanê dike em wer dihizirin ku bi vê pir eleqedar e.”

“Wek Kongreya Îslama Demokratîk û pêkhateyên wê ji bo bicihkirina aştî û hizûrê, bêyî ferqa mezheb, nîjad û baweriyan bê kirin, em bang li tevayî gelên li Rojhilata Navîn dijîn, mirov û rûspiyan dikin beriya her tiştî bi berpirsiyartiya li hember xwe/wijdanê xwe di aştiyê de bi israr bin û xwedî li Kobanê û gelên din ê mazlum derkevin.”