Dibe ku euro kêmî 1 dolarî be

Pereyê du ji sê parên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) EURO, qîmetê xwe yê li pêşberî dolar winda dike. Pispor di wê baweriyê de ne ku piştî demeke dirêj wê euro dakeve binê rêjeya qîmetê dolar bibe.

Rêveberê Elmanya yê Banka Goldman Sachs Jorg Kûkîes ji hejmara roja Yekşemê ya rojnameya Frankfûrter Allgemeîne Zeîtûng re axivî û anî ziman ku kêmbûna euro ji dolar, wê dewam bike. Kûkîes diyar kir ku eger ev herikîn heta dawiya salê dewam bike, wê qîmetê her du pereyan bibe yek. Ev yek wê di destpêka sala 2016'an de ji bo dolar bêhtir erênî bibe û qîmetê dolar wê ji yê euro zêdetir bibe.

Li gorî texmînên Jorg Kûkîes, 1 euro di mehên destpêkê yên sala 2016'an de dibe ku dakeve asta 0,95 dolarî.

Rêveberê Gold Sachs da xuyakirin, ku sedema kêmbûna qîmetê pereyê Ewropa li pêşberî dolar, polîtîkayên pereyan ên li hemberî hev e û bal kişand ser polîtîkaya pereyan a bankayên navendî yên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Kûkîes got, "dema faîzên li Amerîka û Ewropayê di vê astê de diguhere, hingî windabûna qîmetê euro li pêşberî dolar, dibe rewşeke mecbûrî."

Kûkîes ragihand ku Seroka Banka Navendî ya Amerîka (Fed) Janet Yellen wê di meha Kanûnê de faîzan bi rêjeya ji sedî 0,25 pûanan zêde bike û da zanîn ku tê payîn di sala pêş de zêdebûna ji 1 pûanî jî pêk were.

Euro di destpêka vê salê de qîmetê xwe yê li pêşberî dolar 1,25 bû. Di meha Adarê de daket asta 1,04 dolarî