Di topbarana El-Nusra de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Di topbarana El-Nusra de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Di topbarana El-Nusra de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Komên çekdar ên girêdayî Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam ên ku xwe li gundê Til Xelaf bicih kirine, guleyek hawanê avêtin bajarê Serêkaniyê. Di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da, yek birîndar bû. Hate hînbûn ku çekdarên El-Qaîda ên li Til Xelaf teqwiyê dişînin Girê Spî (Til Ebyed)ê.
Îro saet di 11.30᾿an de komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam ên girêdayî El-Qaîda, ji gundê Til Xelaf û Esfer Necar ên 2 kîlometre rojavayê bajêr guleyek hawanê avêtin taxa Zorava ya başûrê bajarê Serêkaniyê û di encamê de welatiyê bi navê Ebdulqehar Hisên ê 80 salî jiyana xwe ji dest da û Cemal Kenas ê 50 salî jî birîndar bû.
Li aliyê din jî komên çekdar ên El-Qaîda ji dema ku ji Serêkaniyê hatine derxistin bi hawanan êrîşî bajarê Serêkaniya Serxetê û Binxetê dikin. Her wiha pevçûnên di navbera Hêzên YPG᾿ê û çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam a El-Qaîda li derdora Til Xelaf û Esfer Necar bi awayekî demkî didomin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên çekdar ên li Til Xelef û Esfer Necar gelek hêzên xwe ber bi bajarê Girê Spî (Til Ebyed) ve ku 120 kîlometre rojavayê Serêkaniyê dikeve re dişînin.