Di têkoşîna li dijî germahiya global de 4 welatên 'ji dil'

Li paytexta Fransa Parîsê civîna bilind a avhewayê COP21 dewam dike. Di civînê de balkêş e ku sozên welatên peşketî didin, li gorî sozên welatên bi pêş dikeve didin, gelekî kêm in.

Civîna bilind a avhewayê COP21, ku ji bo germahiya global herî zêde di asta du pileyan de bê hiştin li paytexta Fransa Parîsê destpê kir, dewam dike. Di civînê de balkêş e ku sozên welatên peşketî didin, li gorî sozên welatên bi pêş dikeve didin, gelekî kêm in.

Li gorî saziya bi navê Clîmat Actîon Tracker a ku ji aliyê zanyaran ve hat avakirin, di mijara kêmkirina gazên rê li ber germahiya global vedikin de, çar welatên derdikevin pêş Bhûtan, Etiyopya, Kosta Rîka û Fas in.

Bhûtan ku di nava Çîn û Hîndîstanê de cih digire û welatekî xizan e, di sala 2012'an de armancên xwe yên li ser avhewayê aşkera kiribû. Ev hedefên ji aliyê qral Jîgme Sîngye Wangchûck ve hatin aşkerakirin, balkêş bûn. Qral destnîşan kiribû ku welatê wî wê bibe yekemîn welatê cîhanê ku 'ji sedî sed biyolojîk' e.

Qralê beriya yê niha, di sala 1972'an de soz dabû ku wê li Bhûtanê li şûna 'hatineya milî' têgîna 'endeksa bextewariya milî' were bikaranîn.

Bhûtan, ku ji sedî 70 ji daristanan pêk tê, asta karbondîoksîta li atmosferê belav dike, gelekî kêm e. Ji sedî ji sed ê elektrîka li Bhûtanê, ji santralên hîdroelektrîk tên bidestxistin. Welat ji bo hilberîna elektrîkê berê xwe dide çavkaniyên enerjiya dikare bê nûkirin ên mîna ba.

Li Bhûtanê ya ji qadeke 38 hezar kîlometreçargoşeyê, ku 750 hezar mirov lê dijîn, di dema pêş de zehmetiya herî mezin ew e, ku tevî hewldanên mezinbûna ekonomîk, hawirdorê biparêze.

Welatê Amerîka Navîn Kosta Rîka jî, ji aliyê Clîmat Actîon Tracker ve weke yek ji welatên ku 'hewldanên wê yên ji bo parastina hawirdorê' divê were teqdîrkirin e. Kosta Rîska, ku yek ji çar parçeyên xaka xwe weke 'herêma ekolojîk a tê parastin' îlan kiriye, dixwaze heta sala 2021'ê, bi temamî ji karbonê rizgar bibe.

Kosta Rîka dixwaze gazên ber dide atmosferê, heta sala 2030'î li gorî sala 2012'an yek ji çar paran kêm bike. Lê belê ji bo Kosta Rîka bigihêje armancaên xwe yên li dijî germahiya global, pêwîstiya xwe bi alîkariya malî ya welatên pêşketî heye.

Li gorî Clîmat Actîon Tracker, welatekî din ê ku bi hewldanên xwe yên ekolojîk balê dikişîne, welatê Rojhilatê Afrîkayê Etiyopya ye. Tevî ku li vî welatê 1.1 mîlyon kîlometreçargoşeyê 97 mîlyon mirov dijîn jî, rêjeyeke gelekî kêm gazên sera yên rê li ber germahiya global vedikin, tê belavkirin. Etiyopya soz dide ku heta sala 2030, ji sedî 64 ê belavkirina vê gazê, kêm bike.

Etiyopya ji bo bigihêje armanca xwe, dixwaze hîn bêhtir ji enerjiya rojê ya ku lê têra xwe heye, werbigire. Etiyopya jî di vî warî de mîna Kosta Rîska pêwîstiya xwe bi alîkariya malî û transfera teknolojiyê ya navneteweyî heye.

Fas jî ku wê di sala were de ji civîna avhewayê COP22'an re malovaniyê bike, soz dide ku heta sala 2030 ji sedî 13 gaza li atmosferê belav dike, kêm bike. Fas dixwaze heta sala 2025'an nîvê elektrîka xwe ji rêbazên elektrîka dikare bê nûkirin, bi dest bixe. Her wiha mezintirîn santrala enerjiya rojê ya cîhanê dixwaze heta sala 2020'an li bajarê Ûwarzazate biqedîne.