Di şewata li navenda bazarê ya li Iraqê de 61 kes mirin
Hat ragihandin ku di şewata li navenda bazarê ya li bajarê Kut a li rojhilatê Iraqê de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 61’an.
Hat ragihandin ku di şewata li navenda bazarê ya li bajarê Kut a li rojhilatê Iraqê de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 61’an.
Wezareta Karên Hundir a Iraqê daxuyaniyek nivîskî da û got, “Şewata trajik bû sedem ku 61 welatî jiyana xwe ji dest bidin, piranî di hemamê de ji ber dûmanê fetişin û mirin. Di nava qurbaniyan de 14 cenazeyên ku hîna nasnameya wan nehatiye tespîtkirin, hene.”
Tîmên rizgarkirinê ji bo kesên winda bibînin lêgerînê dewam dikin.
Sedemê şewata ku li navenda bazarê ya Hyper Mall derketî, hîna nayê zanîn. Li eyaletê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin.