Di serhildanan de heta niha herî kêm 10 kes hatin qetilkirin.
Di serhildanan de heta niha herî kêm 10 kes hatin qetilkirin.
Di serhildanan de heta niha herî kêm 10 kes hatin qetilkirin.
Li Kurdistan û bajarên Tirkiye gel derket kolanan, çeteyên DAIŞ û AKP şermezar kirin. Di encama êrîşên polîs û faşîstan de herî kêm deh kes hatin qetilkirin.
MÛŞ
Li Gimgim a Mûşê polîsan ciwanê bi navê Hakan Buksur ê 25 salî bi guleyên rastî qetilkirin.
AMED
Li Amedê polîs û Alîgirên Hizbûllahê êrîşî gel kirin. Mahmut Enez ê 55 salî bi cismekî ku ji serê xwe xwar bi giranî birîndar bû. Enez li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Endamên Hîzbullahê li Taxa 5 Nîsana Rezan êrîşî gel kirin. Bi çekan Suleyman Kaya yê 19 salî bi giranî birîndar kirin. Kaya li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
SÊRT
Li navçeya Misircê ya Sêrtê, di encama gulebarana li dijî xwepêşandana bi armanca protestokirina êrîşên DAIŞ’ê hate lidarxistin de, 2 kesan jiyana ji xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku rewşa birîndarekî jî giran e.
Li navçeya Misircê ya Sêrtê, bi hezaran kesên bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û desteka AKP’ê ya ji bo DAIŞ’ê, li ser Cadeya Diyarbakirê dest bi meşekê kir. Piştî êrîşa polîsên Tirk li navçeyê pevçûn destpê kirin.
Di dema pevçûnan de, Şaredar Nevzat Karatay, endamên malbata wî û cerdevanan gule bi ser gel de reşandin. Di encamê de 2 zarok birîndar bûn. Di saetên danê êvarê de, dema girseyê karê belavbûnê dikir, careke din şaredarê AKP’yî tevî cerdevanan gule li girseyê reşandin û di encamê de 2 jê zarok, 3 jin, bi giştî 13 kes birîndar bûn. Ji vana 4 li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û yên din jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê hatin dermankirin.
Ji birîndaran Y.Ç. (17) û kesê bi navê Mehdî Erdogan (35), li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dan.
MÊRDÎN
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ligel biryara "qedexeya derkevin kolanan" çalakiyan berdewam kirin û ciwanê bi navê Kerem Karaaslan (22) di encama gulebarana ji aliyê wesayîta plaqeya wê nediyar ve hate qetilkirin.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê du rojin berdewam dikin û ligel biryara Walîtiya Mêrdînê ya "qedexeya derketina kolanana" çalakiyan berdewam dikin. Di seatên êvarê de bi hezaran welatî di şanişînên malên xwe de li qoşxaneyan dan û çalakî şermezar kirin. Polîsên li navçeyê di êrîşan de kêm mayîn ji leşkeran alîkarî xwestin.
Li gundê Qûbîkê yê navçeyê jî welatiyên gund rê ji tirafîkê re girtin û wesayîta plaqeya wê nediyar welatî gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de ciwanê bi navê Kerem Karaaslan (22) jiyana xwe ji
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di encama gulebarana Serokê Partiya HUDA PAR ê navçeyê Kadrî Şengul de du welatiyan jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di navbera girse û polîsan de pevçûnên dijwar qewimîn. Di dema çalakiyan de Serokê Partiya HUDA PAR ê navçeyê Kadrî Şengul girse gulebaran kir û 3 ciwan birîndar kirin û ji ciwanê birîndar Bîlal Gezer û zarokê bi navê Sînan Toprak (16) rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Li gel hemû mudaxeleyan Sînan Toprak û Bîlal Gezer jiyana xwe ji dest dan.
ÊLIH
Di encama kesên di avahiya Partiya Hur Dava ya Êlihê de êrîş li girseyê kirin ciwanê bi navê Emrah Demîr (22) jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.
Li Kolana Diyarbakir a Êlihê pevçûnên di navbera polîs û ciwanan berdewam dikin û kesên di Partiya Hur Davayê ya Êlihê de girse gulebaran kirin û di encama gulebaranê de ciwnaê bi navê Emrah Demîr (22) jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Hate hînbûn ku cenazeyê Demîr rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Li Êlihê ji ber bûyerên du rojin berdewam dikin qedexeya derketina kolanan îlan hate îlankirin. Piştî vê biryarê leşker ketin navenda bajar.
VAN
Hamdî Canerê li taxa Serhat a Wanê di xwepêşandê de, di encama gulebaranê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Hamdî Caner (55) ku di encama xwepêşandanên vê êvarê li Wanê de birîndar bibû, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê jiyana xwe ji dest da. Caner, di encama gulebaranê de, guleyek li singê wî ketibû û birîndar bibû.
.