Di şerê li dijî DAIŞ'ê de Fransa li benda desteka Elmanya ye

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel a Parîs ziyaret kir û bi Serokkomar Françoîs Hollande re li ser mijara têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê hevdîtin kir.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel a Parîs ziyaret kir û bi Serokkomar Françoîs Hollande re li ser mijara têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê hevdîtin kir.

Françoîs Hollande di hevdîtinê de xwest ku Elmanya di şerê li hemberî DAIŞ'ê de hîn bêhtir aktîf be û biryara Merkel a ji bo şandina 650 leşkeran ji Malî re û zêdekirina hejmara leşkerên li Başûrê Kurdistanê pêşmergeyan perwerde dikin, silav kir. Hollande got, "Eger Elmanya bi vî rengî dewam bike, ev yek wê işareteke baş be."

Hat ragihandin ku Hollande di beşa hevdîtinê ya li çapemeniyê girtî de ji Merkel xwestiye ku balafirên keşfê yên Tornado li dijî DAIŞ'ê werin bikaranîn.

Angela Merkel di civîna çapemeniyê ya hevpar de diyar kir ku eger Fransa bixwaze, welatê wan dikare alîkariya hîn zêdetir bixe rojeva xwe. Merkel detayên desteka leşkerî ya ji bo Fransayê aşkera nekir û destnîşan kir ku divê bi derfetên leşkerî têkoşîn li hemberî DAIŞ'ê bê meşandin.

Merkel da zanîn ku tevî destwerdanên leşkerî jî, ji bo çareseriya pirsgirêkan pêwîste pêvajoya siyasî jî bê bikaranîn.