Di sê rojên dawî de li Şengalê 63 çete hatin kuştin

Di sê rojên dawî de li Şengalê 63 çete hatin kuştin

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê destnîşan kir, ku di nav sê rojên dawî de li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke mezin hatiye nîşandan. Fermandariya Şengalê da xuyakirin ku di pevçûnên sê rojên dawî de 63 çete hatine kuştin, 3 gerîlayên HPG'ê û şervanekî YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê di sê rojên dawî de êrîşên xwe yên li hemberî herêmê şidandine. Fermandariya HPG'ê ya Şengalê diyar kir ku li dijî êrîşan hêzên HPG û YBŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan dane û got, "Gerîlayên me yên HPG'ê û hêzên YBŞ'ê, li Şengalê têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê roj bi roj mezintir dikin."

Fermandariyê ragihand ku di vê berxwedana bi heybet de gerîlayên HPG û şervanên YBŞ'ê, di cih de bersivê didin êrîşên çeteyan û destnîşan kir ku gelê Şengalê jî bi neterikandina xaka xwe re, di vê berxwedanê de cihê xwe digire.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li hemberî vê sekna gelê me, çete dixwazin dorê li çiyayê Şengalê teng bikin, gelê me yê sivîl ê li vir qetil bikin, lewma êrîşên xwe zêde kirine" û hat ragihandin ku êrîşên di 19, 20 û 21'ê Cotmehê de destpê kirin, li derdora Skiniye, Barê, Şilo û Solakê bi şêweyê êrîşeke berfireh hatiye meşandin.

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê da xuyakirin ku di êvara 19'ê Cotmehê de çeteyan êrîşî gundên Dahola û Borikê kirine û 3 rojan li Barê, Solak û Şilo pevçûnên dijwar qewimîne û got, "Di cih de bersiv ji hemû êrîşên çeteyan re hatiye dayîn û gelek çalakî hatine lidarxistin."

Fermandariyê da zanîn ku di 19'ê Cotmehê roja destpêkê de, pevçûn bi giranî li Barê û Solakê rû dan, di 20'ê Cotmehê roja duyemîn de li herêma Solakê qewimîne û got, "Di şer û pevçûnên du rojan de 55 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, zêdeyî 10 çete birîndar bûne." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji çeteyên di van pevçûnan de hatin kuştin cenazeyê 13 ji wan di bin kontrola gerîla de mane, cezayê 3 çeteyan jî hatine ragirtin.

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê da xuyakirin ku di 21'ê Cotmehê roja sêyemîn de, di navbera Şilo-Barê de li hemberî konvoya çeteyan kemîn hatiye danîn û got, "Di vê çalakiya kemînê de derbên giran li 2 wesayîtan hatine xistin, 4 çete hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne. Her wiha di çalakiya li dora gundê Barê ya li hemberî çeteyan de jî, 4 çete hatine kuştin ku bi awayekî zelal tespît bûye."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên HPG û YBŞ'ê di nava sê rojan de 3 sabotaj, 2 kemîn, 2 çalakiyên bi çekên giran û li hemberî 7 wesayîtan çalakî lidar xistine û hat destnîşankirin ku 2 jî maşînên bi doçka 5 maşîn hatine îmhakirin. Fermandarê da zanîn ku di çalakî û pevçûnan de derb li 8 maşînan hatine xistin û got, "Di şerê 3 rojan de bi giştî 63 çete hatine kuştin, 14 çete birîndar bûne."

Hat gotin ku 3 kalaşnîkov û rextek çeteyan jî hatine desteserkirin.

Di şerê 3 rojan de 3 gerîlayên HPG û şervanekî YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dan.