Di rojekê de 6 mirî, bi dehan birîndar

Di rojekê de 6 mirî, bi dehan birîndar

Hesabê dewleta Tirk a bi awayê “Wê Kobanê” bike, têk şû. Berxwedana Kobanê, li Bakûrê Kurdistanê bi serhildanan berdewam dike. Çalakiyên Kurdan li seranserê Bakûrê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê belav dibin. Di bûyerên îro de li Amed, Gimgim, Mirisc û Qoserê de bi giştî 6 Kurd ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin.

Piştî êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ’ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin gihiştin navenda bajarê Kobanê, duh li seranserê Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê serhildan dest pê kirin û Kurd daketin qadan.

Pevçûnên ku 24 saet in berdewam dikin, di serî de li Amed, Mêrdîn, Wan, Şirnex, Êlih, Colemêrg, Mûş, Bedlîs û li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê bi awayeke dijwar berdewam dikin. Di çalakiyan de avahiyên AKP’ê, banka û wesayitên Huda-Parê hatin şewitandin.

Li Amedê bi sedan tax di bin kontrola gel de ne. Ciwan li taxan nasname kontrol dikin.

Li Gimgimê jî, di serî de dibistan, gelek saziyên dewletê hatin şewitandin. Li navenda Wanê jî, li her derê  pevçûn berdewam dikin. Li navçeya Erdîşê jî avahiyên AKP û Partiya Saadetê, banka hatin şewitandin. Ciwanan çek danîn ser çeka polîsan û bi polîsan re şer kirin.

Hêzên dewleta Tirk li gelek bajar û navçeyan teror meşandin. Di encama terora polîs, cerdevan û Hizbîkontrayan de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.

Li navçeya Gimgima Mûşê jî zarokê 17 salî yê bi navê Hakan Buksur di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da.

Li Amedê kesekî di encama êrîşa çekdarî ya endamên Hizbulkontra de birîndar bû jiyana xwe ji dest da. Suleyman Kaya yê 19 salî ku li Caddeya Lezgîn Avci ya li Taxa Baglar 5 Nîsan rastî êrîşa çekdarî hat, kesên derdorê Kaya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî. Lê Kaya nehat rizgarkirin, jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Misircê ya Sêrtê, di encama gulebaran li dijî xwepêşandana bi armanca protestokirina êrîşên DAIŞ’ê hate lidarxistin de, 2 kesan jiyana ji xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku rewşa birîndarekî jî giran e.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li gel biryara "qedexeya derkevin kolanan" çalakiyan berdewam kirin û ciwanê bi navê Kerem Karaaslan (22) di encama gulebarana ji aliyê wesayîta plakaya wê nediyar ve hate qetilkirin.

Di pevçûnan de bi dehan kes birîndar bûn.

Li Îzmîrê Ekrem Kaçaroglu (38) û li Wanê jî Hamdî Caner (50) salî bi giranî birîndar bûn û heta niha têne dermankirin.