Di rojbûna 64'emîn de dê 64 stran bên strîn
Di rojbûna 64'emîn de dê 64 stran bên strîn
Di rojbûna 64'emîn de dê 64 stran bên strîn
Bernameya Amarayê dê sibê li Qada Mihrîcanê ya navçeya Xelfetiyê ya Rihayê dest pê bikin. Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak dê tevlî bernameyê dibin û dê bi minasebeta 64'emîn rojbûna Ocalan 64 staran bên gotin.
Bernameyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê sibê li Amarayê dest pê bike. Ji gelek bajarên Tirkiyeyê bi deh hezaran kes dê sibê saet di 12.00'an de li Qada Mihrîcanê ya navçeya Xelfetiyê bên cem hev. Bernameya serek jî dê şevê saet di 17.00'an de bi tevlîbûna 100 hezaran dest pê bike. Welatî dê di ketina Xelftiyê de bên pêşwazîkirin û bi meşê dê biçin Qada Mîhrîcanê. Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak û parlementer dê tevlî bernameyê bibin û axaftinan bikin. Nûnerên ji Îran, Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê hatin, gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û hûnermend dê tevlî bibin.
JI BO OCALAN 64 STRAN
Konsera ji aliyê Li Herderê Hûner (HYS) ve tê organîzekirin jî di çarçoveya bernameya pîrozbahiyên rojbûna 64'emîn de dê hûnermendên NÇM'ê 64 stranan bêjin. Dê sînevizyon jî bê pêşandan. Dê 300 kes ewlehiyê pêk bînin û şevê dê fişekên hewayî bên avêtin. Dê gelek pankrat li qadê bên daliqandin, li qadê amûrên hewcehiyê bên avkirin.
Di 4'ê Nîsanê de serê sibê bi tevlîbûna welatiyên ji her bajara hatin heyeta ji hezar kesan pêk tê biçin gundê Amarayê yê Ocalan lê ji dayîk bû û rojbûna wî pîroz bikin. Kesên diçin gund dê şitilên bi xwe re dibin biçînin. Piştî vegera heyetê dê bername bi dawî bibe.