Di roja 55. de şer li Kobanê giran e

Di roja 55. de şer li Kobanê giran e

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku di roja 55. a berxwedana Kobanê de li eniyên rojhilat, başûr û rojava pevçûnên dijwar qewimîne û çete ji hin nuqteyan hatine derxistin. Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê beriya bên derxistin, mizgeta Hecî Reşad bi bombeyan teqandine.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî de daxuyaniyek weşand û ev agahî da:

"Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 55'an de dewam dikin. Hêzên me li eniya rojhilat pêşdikevin û li eniyên din jî cih bi cih şer diqewime.

Li eniya rojhilat li herêmên Kaniya Kurdan, kolana şaredariyê û derdora mizgefta Hecî Reşad di navbera hêzên me û komên çete de şer qewimî. Çeteyên mizgefta Hecî Reşad dagirkiribûn ji vê derê hatin derxistin. Çeteyan ji berê ve teqemenî li mizgeftê bicihkiribûn û bi van teqemeniyan mizgeft hilweşandin. Li eniya rojhilat keleşek, 2 dûrbîn û gelek cebilxaneyên leşkerî yên çeteyan hatin desteserkirin.

Li eniyên başûr û rojava jî di navbera hêzên me û komên çete de cih bi cih şer derket. Lê der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyek zelal nehat bidestxistin."