Di "Pêncşema Reş" de êrîşên li dijî Rojava hatin şermezarkirin
Di "Pêncşema Reş" de êrîşên li dijî Rojava hatin şermezarkirin
Di "Pêncşema Reş" de êrîşên li dijî Rojava hatin şermezarkirin
Di çalakiyên Pênçşema Reş de ku ji bo siyasetmedarên Kurd ên girtî serbest bên berdan tên lidarxistin de êrîşên li dijî Kurdên li Rojava hatin şermezarkirin û hate xwestin ku AKP êdî piştgiriyê nede van çeteyan.
PIRSUS
Li navçeya Pirsûs a Rihayê di çarçoveya çalakiya Pênçşema Reş de li ber avahiya şaredariyê çalakiyek hate lidarxistin. Wekîla Şaredar Hulya Demîr, endamên BDP'ê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku PKK'ê di pêvajoya çareseriyê de tişten ketiye ser milê wê kiriye û hate xwestin ku hukûmeta AKP'ê ji bo çareseriyê gav biavêje.
WÊRANŞAR
Li Wêranşara Rihayê jî bi heman mebestê li ber avahiya şaredariyê, bi tevlîbûna Wekîlê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, endamên BDP'ê û xebatkarên şaredariyê, çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate xwestin ku siyasetmedarên Kurd ên di çarçoveya operasyonên KCK'ê de hatine girtin serbest bên berdan û her wiha ji vîna gel re rêzgirtin hate xwestin.
DÊRIK
Ji bo sîyasetmedarên Kurd ên di çarçoveya operasyonên KCK'ê de hatine girtin li navçeya Dêrika Mêrdînê jî çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li ber şaredariyê bi tevlîbûna Wekîlê Şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçecî, endamên BDP'ê, nûnerên sendîkayan û xebatkarên şaredariyê hate lidarxistin. Di çalakiya li vir Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hat bîranîn.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan hate lidarxistin.
PEYAS
Li navçeya Peyasa Amedê jî bi daxwaza serbetberdena siyasetmedarên Kurd ên hatine girtin, çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li ber avahiya Şaredariya Peyasê hate lidarxistin. Rêveberên BDP'ê, nûnerên sendîkayan û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin û hate xwestin ku bi lez heyeteke doktoran a serbixwe ji bo Ocalan muayene bike, bişînin Îmraliyê. Di çalakiyê de her wiha êrîşên li dijî Kurdên li Rojava hatin şermezarkirin û hate xwestin ku AKP êdî piştgiriyê nede van çeteyan.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan hate lidarxistin.
ERDÎŞ
Li bajaroka Eganisê ya navçeya Erdîş a Wanê jî bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li ber avahiya Şaredariya Eganisê bi tevlîbûna Wekîlê Şaredar Nurullah Canpolat, xebatkarên şaredariyê û endamên BDP'ê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate xwestin ku siyasetmedarên Kurd ên hatine girtin, serbest werin berdan.