Di operasyona li Serêkaniyê de gelek mewziyên çeteyan hatin bidestxistin

Di operasyona li Serêkaniyê de gelek mewziyên çeteyan hatin bidestxistin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku di çarçoveya operasyona li Serêkaniyê de di şerê duh bi şev de 36 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û ji ser 3 cenazeyên çeteyan nasnameyên Endonezyayê hatine dîtin. Di şerê duh bi şev de, ku hemû mewziyên çeteyan ên hedef hatin girtin hatin bidestxistin de, 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.

Pêngava YPG/YPJ'ê ya ji aliyê Serêkaniyê ve li dijî çeteyan di 11'ê Cotmehê de hat destpêkirin, gihaşt asteke nû. Di çarçoveya vê operasyonê de li Rawiya, Dehma û li herêmên ser xeta sînor li dijî çeteyan çalakî hatin lidarxistin, xetên parastinê yên çeteyan hatin şikandin û gelek mewziyên çeteyan hatin desteserkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku operasyon duh bi şev hemû nuqteyên li Rawiya, Dehma û ser xeta sînor ên hedef hatin girtin, ketin destê hêzên YPG/YPJ'ê.

Hat ragihandin ku di operasyona duh bi şev de 36 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin û wesayîta leşkerî tevî çeteyên tê de hatiye îmhakirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn:

"Hêzên me wesayîtek bi plaqeya Silêmaniye bi tîpa Megzemîn, doçkayek 23 a bi 2 lûleyan, 17 kalaşnîkov, 2 BKC, 3 B7 roket-avêj, demançeyek, 3150 guleyên kalaşnîkovê, 400 zincîrên BKC, 1500 guleyên BKC, 450 guleyên doçka û gelek cebilxaneyên eskerî desteserkirin.

Her wiha 20 kuştiyên çeteyan di destê hêzên me de ne. Ji ser cenazeyê 3 çeteyan jî nasnameyên Endonezya derketin.

Di operasyonê de 2 hevalên me bi ruhekî fedayî çûn bi ser çeteyan de û ji bo serketina vê operasyonê rolek girîng lîstin û bi qehremanî gihîştin şehadetê."