Di nimêja înê de nerazîbûna li dijî karanîna ol
Di nimêja înê de nerazîbûna li dijî karanîna ol
Di nimêja înê de nerazîbûna li dijî karanîna ol
Li Amed, Sêrt, Êlih, Şirnex, Mêrdîn, Colemêrg, Wan û Mûşê bi hezaran welatiyan nimêja înê kirin. Di weazan de melayan têkildarî bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê destpêkirin û 3 rojan berdewam kirin banga hestiyariyê kirin.
Li Amedê li Suka Binerd a Selhedîn Eyyubî ya li Qada Derê Çiyê, li Farqînê li Mala Şînê ya Navendenî, li Sêrtê li qata bi ser avahiya BDP'ê ya Sêrtê, li Şirnexê li konê li ber avahiya BDP'ê ya Şirnexê hate vedan, li Sîlopî li qada vala ya li ber avahiya BDP'ê ya Sîlopiyê, li Cizîrê li Mala Şînê ya Gel a Şaredariyê ya li taxa Cudî, li Hezexê li Parqa Aştiyê, li Êlihê li baxçeyê çayê yê Şaredariyê, li Nisêbînê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî, li Qoserê li Mala Gel a Şeyh Davut Yalçinkaya,li Wanê li înşata Otoparqa Şaredariya Wanê, li Colemêrgê li otoparqa li ber avahiya BDP'ê ya Colemêrgê û Milazgirê li avahiya BDP'ê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin.
Melayan di nimêjan de bi kurdî weaz dan û wiha gotin: "Çend rojin li Zanîngeha Dîcleyê bûyer berdewam dikin. 30 salin şerek berdewam dike. Ji bo ev şer bi dawî bibe pêvajoyek hate destpêkirin. Lê ji bo vê pêvajoyê sabote bikin û ola îslamî tevlî siyasetê bikin hinek derdor tevdigerin. Em bang li ciwanan dikin xwedî li xwe derbikevin. Destûrê nedin şerê biratiyê û provokasyonan. Hinek derdikevin dibêjin ola îslamî tînê ya wan e. Ev helwestekî şaş û talukeye. Ola îslamî ya hemû kesan e. Bila tu kes li ser ola îslamê siyasetê neke."
Piştî weazên bi kurd bi hezaran welatiyan nimêja înê kirin.