Di navbera Goran û PDK’ê de pevçûna ‘xayîntî’yê
Di navbera Goran û PDK’ê de pevçûna ‘xayîntî’yê
Di navbera Goran û PDK’ê de pevçûna ‘xayîntî’yê
Li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê şerê devkî di navbera parlamenterên PDK û Tevgera Goran de derket. Bi vê sedemê navber hat dayîn.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, parlamenterê Tevgera Goran Enwer Qadir, hevkariya PDK û dewleta Tirkiyeyê wek xayîntiyê sûcdar kiriye û gotiye pêwîst nake em alîkariyê ji Tirkiyeyê bixwazin ji ber ku ew dagirker in.
Hat zanîn piştî parlamenterê Goran hevkariya PDK’ê û dewleta Tirkiyeyê wek xayintiyê sûcdar kir, parlamenterên PDK Umêd Xoşnaw û Emîne Zikrî nerazîbûn nîşan dane û li ser vê yekê tevlîhevî rûda ye. Bi vê yekê parlamento dû deqe navber dan rûniştinê.