Di navbera ciwan û polîsan de li Amedê pevçûn

Di navbera ciwan û polîsan de li Amedê pevçûn

Li Sûrê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê ciwanan çalakî li dar xist. Polîsên ku hewl dan êrîşî ciwanan bikin rastî berxwedana ciwanan hatin û di navbera ciwan û polîsan pevçûna çekdarî derket.

Li ser Rêya Melîkahmet a Sûrê ya Amedê ciwanên YDG-H'ê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar bikin, çalakî li dar xistin. Çalakiya ciwanan li Taxa Lalabey bimeşê destpê kir û li ber rêya Turîstîk bi dawî bû. Piştî çalakiyê ciwanan li ser Rêyên Melîkahmet, Turîstîk, Mêrdîn û Rihayê bend danîn û nasname kontrol kirin. Ciwanan hin kontaxên wesayîtan desteser kirin û bi dest bi meşê kirin. Polîsan ku bi gelek wesayîtên zirxî hatin taxê hewl dan ku êrîşî ciwanan bikin. Ciwanan bi çekan bersiv dan polîsan û li ser vê bersivê şer derket. Dengê çekan li nava taxê belav dibe û bi sedan polîsan tax dorpêç kirine.