Di hilbijartinên Nînova de Kurdan deng vedan

Di hilbijartinên Nînova de Kurdan deng vedan

Di hilbijartinên eyaleta Nînova de, ku ji ber ewlekariyê bi derengî pêk hat, Kurdan deng vedan û piraniya endametiya meclîsa herêmê bi dest xistin.

Li 12 eyaletên din ên Iraqê hilbijartin beriya 2 mehan hatibûn lidarxistin. Hilbijartinên eyaletên Nînova û El Anbar ji ber sedema ewlekariyê hatibûn taloqkirin.

Li gorî encamên hilbijartinên 20'ê Hezîranê, lîsteya Kurd Taakî û Taayîş ji 39 kursiyan 11 kursî bi dest xist. Lîsteya bi navê Mutahîdûn a Waliyê Sunnî yê herêmê jî, bi tenê 8 kursî wergirt.

Nînova ku birayê Serokê Parlamenta Federal a Iraqê Ûsama El Nuceyfî, Athîl El Nuceyfî Walîtiya wê dike, piraniya şêniyên wê Sunnî ne, lê Kurd jî xwedî nifûseke mezin e. Nînova ku yek ji sîteyên herî kevnare yê Mezopotamyayê ye û li qiraxa rojava ya Çemê Dîcleyê ye, ji Împaratoriya Asûr re paytextî kiribû.

Di hilbijartinên li eyaleta Sunnî Anbar de jî lîsteya Mûtahîdûn bi ser ket. Mûtahîdûn li meclîsa ji 30 kursiyî 8 kursî wergirt û koma herî mezin a meclîsê ava kir.