Di êrîşên li Zanîngeha Dîcleyê Tûglûk birîndar bû

Di êrîşên li Zanîngeha Dîcleyê Tûglûk birîndar bû

Ji ber sedema ku ji duh ve li Zanîngeha Dîcleyê bûyer didomin, Hevseroka KCD Aysel Tûglûk çû zanîngehê, di encama şîşeya sodayê ya polîsan avêt Tûglûk ji serê xwe birîndar bû.

Koma ku duh di nav de alîgirên Hizbullahê yên nexwendekar jî heyî li Zanîngeha Dîcleyê bi kevir, hesin û daran êrîşî xwendekarên welatparêz kirin û ji bo protesto kirina êrîşê xwendekaran xwest îro meşekê li darxînin, polîsan bi bombeyên gazê êrîşî xwendekaran kir. Piştî êrîşê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk bi heyetekê re çû Zanîngeha Dîcleyê, bi rayedarên polîsan re hevdîtin pêkanî. Piştî hevdîtinê xwendekarên li ber Fakulteya Zanînên Îdarî û Îxtîsadî û Tûglûka ji zanîngehê derket li otobusên şaredariyê û yên taybet siwar bûn. Di vê navberê de polîsan camên otobusan şikandin û bombeyên gazê avêtin Tûglûk û xwendekaran.

Li gel gelek xwendekaran Tûglûk jî ji şîşeyên soda yên polîsan avêtin birîndar bûn. Bûyer didomin.