Di êrîşa ser benda YPG’ê de 3 şervan birîndar bûn
Di êrîşa ser benda YPG’ê de 3 şervan birîndar bûn
Di êrîşa ser benda YPG’ê de 3 şervan birîndar bûn
Hate ragihandin ku, komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad li Girê Fatê yê di navbera Çelaxa û Tilkoçer de êrîşî benda kontrolê ya YPG kirini
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di saetên êvarê de komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad li Girê Fatê êrîşî benda Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê kirin. Di encama êrîşê de 3 şervanên YPG’ê birîndar bûn. Li ser êrîşê hêzên YPG’ê jî bersiv da û pevçûn derket. Hate ragihandin ku pevçûn hîn didomin.
Hate hînbûn ku komên êrîşkar ji aliyê Til Koçer û derdorên din hatine û êrîş pêk anîne. Li gorî agahiyên ku çavakaniyên herêmê dane, di pevçûnan de ji êrîşkaran gelek kuştî û birîndar hene.