Di êrîşa li Kerkukê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa li Kerkukê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa li Kerkukê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Li Kerkukê, di encama êrîşekê de 5 pêşmergeyên sînor diparastin, jiyana xwe ji dest dan.
Şefê polîsan ê bajarê Kerkukê Emîd Sehed Kadir daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan Peyamner û diyar kir ku êrîşa mijara gotinê duh êvarê saet li dora 16.00'an rû daye.
Hat ragihandin, komek nasnameyên wan ne diyar gule li pêşmergeyên sînor diparastin reşandine û di encamê de 4 pêşmergeyan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, yek jî ji ber birîndara xwe ya giran, dûre jiyana xwe ji dest daye.
Kadir ragihand ku pêşmerge ji bo ewlekariya herêmê li ser sînorên Zab û Sergeranê ne.