Di êrîşa hawanê ya gerîlayan de 4 çete hatin kuştin

Di êrîşa hawanê ya gerîlayan de 4 çete hatin kuştin

Li derdora bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, di encama êrîşeke gerîlayên HPG'ê ya bi topên hawanê li hemberî kozikên çeteyan de, 4 çete hatin kuştin, gelek çete jî birîndar bûn.

Gerîlayên HPG'ê duh êvarê saet li dora 23'an de, li nêzî gundê Wahde yê navçeya Daqûqê çalakiyek lidar xistin û di encamê de 4 çete hatin kuştin, gelek çete jî birîndar bûn.

Çalakiya gerîla li herêma Talaban a Daqûqê li dijî komek ji çeteyên DAIŞ'ê pêk hat. Heman piştî êrîşa bi hawanê, gerîlayan di nava 2-3 saetan de li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin. Di vê êrîşê de 4 çete hatin kuştin.

Li heman herêmê wesayîteke bombebarkirî ya gerîla pê hesiyan, hat rûxandin. Derket holê ku bi wesayîta bombebarkirî wê li gundê Abdulganimê êrîş bihata kirin.

Wekî din, li herêmê xefikên çeteyan danîne ji aliyê gerîlayan ve tên rakirin. Herî dawî 7 ji van hatin bêbandorkirin.