Di encama berxwedanê de çeteyan Kurdên sivîl berdan

Di encama berxwedanê de çeteyan Kurdên sivîl berdan

Piştî fermandarê çeteyên Cebhet El-Nusra yê bi eslê Çeçen Ebû Musab hat berdan, li gorî peymanê 400 Kuırdên sivîl ên di destê çeteyan de hatin berdan. Hat ragihand ku li derdora gundên Girê Spî YPG’ê bi temamî hakîmiyeta xwe çêkiriye.

400 Kurdên li Girê Spî ji aliyê Cebhet El-Nusra ya girêdayî El Qaîde dîl hatibbûn girtin, piştî serekê çeteyan Ebû Musab a berdan, hatin berdan. Li gorî agahiyên ji endamên Konseya Bilind a Kurd hatin wergirtin; Eniya El Ekrad, piştî êrîşên li hemberî sazî û dezgehên Kurdan bersiv daye û sereke çeteyan ê herêmê yê Çeçenî Ebû Musab dîl girtiye. Çeteyan ji mizgeftê ku bangawazî kiribûn Kurdên sivîl derxistibûn derve û ji bilî jinan bi hezaran Kurd dîl girtibûn. Taxên Kurdan hatin talankirin û 400 Kurdên sivîl kiribûn girtîgeha navçeyê.”

Endamên Konseyê ragihandin ku Eniya El Ekrad bi şertê serbestberdana sivîlan Ebû Musab berdaye. Endamên konseyê ragihandin ku piştî şerên dijwar li gundê Yapsê, Qiz Elî, Tilfindir, Gurhisê ketiye kontrola YPG’ê, li Girê Spî şer rawestiyaye, YPG’ê tu wendayî nedane û tenê 6 birîndarên wan hene. Ligel wê di pevçûnan de nêzî sedan wendahiyên çeteyan çêbûne.           

Hat zanîn ku Kurdên hatine berdan çûne gundên derdor ên herêmê, her wiha hat ragihandin ku di destê çeteyan de di nav wan de kesê bi navê Zekeriya Hec Cimo û Sozdar Îsmaîl a li Kobaniyê xebatên çapemeniyê dike ku hene 4 kes dîl in.