Di deh rojan de 250 hezar kes koçberê Efrînê bûn

Di deh rojan de 250 hezar kes koçberê Efrînê bûn

Ji ber topbarana rejîma Sûriyeyê ya ku ev derdora du hefteyan e litaxa Kurdan Şêxmeqsûd a Helebê berdewam dike, bi sedhezaran kes koçber bûn.  Penaberên mexdûr ên li herêma Efrînê tu alîkariyê ji tu rêxistinên navneteweyî wernagirin.

Hêzên rejîmê ji 29’ê adarê ve taxa Şêxmeqsûd ku piraniya şêniya wê topbaran dike. Rejîmê di êrîşan de tank, top û balafirên şer jî bi kar anî. Hêzên rejîmê ji bo bikevin taxê her tim êrîşdikin.

Beriya topbaranê derdora 600 hezar Kurd li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê dijiyan. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Asayişê  parastina van taxan girtibûn ser xwe. Herêmên di bin kontrola Kurdan de weke cihên herî aram ên Sûriyeyê dihatin zanîn.

Di encama topbarana ku 29’ê adarê de, li dijî taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir herî kêm 44 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û derdora 135 kes jî birîndar bûn. Hêzên YPG’ê jî li hemberî vê yekê bersiv da hêzên rejîma Sûriyeyê û di navbera rojên 1-10’ê nîsanê de herî kêm 60 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.s

ŞÊNIYA EFRÎNÊ BÛ DU QAT

Kesên ku ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê neçar man ku birevin, li Efrîna cîran bi cih bûn. Hevseroka Giştî ya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Muhemed ji AFP’ê re axivî û got: “Di roja yekem a pevçûnan de 100 hezar kes hatin. Piştî deh rojan ev hejmar gihişt 250 hezarî.”

 Beriya niha koçberî ji bajarê Hûmsê yê li bakûr û Derea ya li başûr çêdibûn. Sînem Muhemed ku di heman demê de endama Desteya Bilind a Kurd (DBK) e dibêje: “Heta niha şêniya Efrîn û derdora wê 600 hezar bû, lê niha gihiştiye 1.5 milyonê.”

PIŞTÎ MEHEK DIN DÊ ÇI BIBE?

Keseke li qadê dibêje: “Efrîn beriya niha bajareke biçûk û aram bû, lê niha trafîka wê bûye mîna ya Parîsê.” Xebatkareke dildar a endama Komîteya Alîkariya Mirovahî ya DKB’ê jî dibêje: “Ji bo Kurdên ku ji cih û warên xwe koçber bûne heta niha tu rêxistinên navneteweyî tu alîkariyek nedane” û got ku hema bêje hemû şêniyên bajêr alîkariyê dikin. Xebatkara dildar dibêje: “Lê dê piştî mehek din çawa bibe?”

Dayikek ku ji Eşrefiyeyê bi rêya qaçaxî reviya Efrînê ji ANF’ê re axivî û got: “Bombe bi ser me de barandin, em perîşan kirin. Em neletê li dewletê dibarînin. Me her kesê hembêz kir. Lê nexwestin. Ji ber wê jî êrîşê me dikin.”

"XWEDÊ JI TE NERAZÎ BE BEŞAR"

Bêrîvan Aslan a ku li gundê Qermîla ya Efrînê bi cih bûye, li ber dîwarekê rûniştiye diyar dike ku DKB’ê ciyek daye wan û dibêje ku berxwedana  YPG’ê ya li Şêxmeqsûdê didome û diyar dike ku şehîd çêbûne. Bêrîvana mexdûra şer dixwaze ku dengê wan bê bihîstin dibêje: “Werin ew rewşa ku em tê de ne bibînin”. Bêrîvan destnîşan dike ku berxwedana Kurdan berdewam dike û dibêje: “An berxwedan an mirin.”

Jineke din ku dibêje navê wê Semîre ye, diyar dike ku ew ji Helebê reviyane gundê bi navê Çarqela. Dibêje ku zarokên wê hemû nexweş ketine, lingên pêxas ên zarokên xwe û kincên wan nîşan dide û dibêje: “Xwedê ji te nerazî be Beşar (Esad)”.

Penaberê bi navê Remezan Îbrahîm Xidir got ku li Helebê berika topê li xaniya wan ketiye û dibêje ku ew li gundê Basutê ye û DBK cih daye wana.

Zeyneba ku keçike biçûk di hembêza wê de ye jî diyar dike ku li Helebê berika topê li xaniya wan ketiye û ji ber vê jî ew hatine gundê Basûtê.