Di civîna Kongreya Netewî de peyama Ocalan hat xwendin

Di civîna Kongreya Netewî de peyama Ocalan hat xwendin

Di civîna amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd de, Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend û destnîşan kir ku Ocalan girîngiye dide kongreyê û dixwaze yekitiya gelê Kurd mezin bibe.

Ji bo civîna amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd a li bajarê Selahaddîn a Başûrê Kurdistanê bi beşdariya 39 derdorên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî peyamek şand.

Hevserokê Kongerya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji civata civînê re şandibû xwend û der heqê naveroka peyamê de weha peyivî: Birêz Ocalan di destpêkê de silavên xwe li Serok Barzanî û Kek Nêçirvan Barzanî û hemû beşdarên konferansê kir. Ji bo yekitiya gelê Kurd bi rastî jî girîngiyeke mezin dide kongreyê. Destpêkê bi rehmetî Îdrîs Barzanî re li ser hin maddeyan danûstandin destpê kiriye û ev yek kiriye biryar. Diyar kir ku ew niha jî dixwaze li ser vê rê û maddeyan, yekitiya gelê Kurd bê avakirin. Silav û hurmetên xwe ji hemû beşdarên kofneransê re bi rê kir."

Turk bal kişand ser şer û buhrana li Rojhilata Navîn û got, "Em baş dizanin ku heta Kurd li Rojhilata Navîn negihêje demokrasiyê, Rojhilata Navîn azad nabe. Ji ber vê yekê xebatên gelê Kurd ê li herêmê, ji bo tevahiya gelên li Rojhilata Navîn girîng e. Pêwîste em bi vê konferansê re berjewendiyên gelê Kurd di ser her tiştî re bigirin. Eger em li gorî berjewendiyên siyasî tevbigerin, bi rastî jî emê wenda bikin. Ji bo parastina berjewendiyên gelê Kurd, divê em li ser kar û xebatên xwe yên li çar parçeyên Kurdistanê rawestin."