Di bin sîwana Partiya Çep a Elman de koma xebatê ya Kurd

Di bin sîwana Partiya Çep a Elman de koma xebatê ya Kurd

Li Elmanyayê, di bin sîwana Partiya Çep de koma xebatê ya Kurd hat avakirin. Tê payîn, kom xebatê Kurdistan û Tirkiyê bişopîne û binpêkirinên mafên mirovan têxe rojeva Elmanyayê.

Kurdên di nava Partiya Çep (Die Linke) de cih digirin, çend roj berê hatin cem hev û koma xebatê ya "ji bo Tirkiyê demokrasî, ji bo Kurdistanê" (BAK-DTFK) ava kirin. Kom dixwaze, pêkanînên antî-demokratîk, binpêkirinên mafên mirovan, kiryarên dij huqûqê yên li Kurdistan û Tirkiyê, di serî de Partiya Çep têxe rojeva Elmanyayê. Kom di heman demê de wê li dijî krîmînalîzekirina Kurdan û qedexeya PKK'ê têbikoşe û pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji nêz ve bişopîne.

'DI NAVA PARTIYA ÇEP DE NÊRÎNEKE HEVBEŞ NÎNE'

Yek ji berdevkên koordînasyona koma xebatê Parlamentera Partiya Çep a Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr bibîr xist ku Kurd li Elmanyayê xwedî nifûseke cidî ne û destnîşan kir ku di nava Partiya Çep de pêwistî bi rêxistinbûyîneke bi vî rengî hebû. Ozdemîr got, "Ji ber ku di nava partiyê de hem pirsgirêka Kurd hem jî pirsgirêkên demokratîkbûyîna Tirkiyê gelekî kêm tê nirxandin."

‘WÊ ÇAVDÊRIYA REWŞA LI KURDISTANÊ BÊ KIRIN’

Ozdemîr da xuyakirin ku Elmanya li Rojhilata Navîn xwedî roleke cidî ye û diyar kir ku ji ber vê yekê divê hîn bêtir rewşê binirxîne û raya giştî zêdetir agahdar bike. Ozdemîr anî ziman ku ewê di nava Komîsyoan Aştiyê ya Federal de xebatên xwe bimeşîne û dixwazin binpêkirinên mafên mirovan û pêkanînên antî-demokratîk ên li her çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyê, eşkere bikin.

Ozdemî got, "Bi salane li Kurdistanê komkujî tên kirin. Li Tirkiyê binpêkirinên mafên mirovan û binpêkirinên demokrasiyê, di asta herî bilind de ye. Komkujiyeke Ermeniyan li holê heye, emê der heqê vê de jî bixebitin û bixin rojevê."

'LI ELMANYAYÊ ZEXT LI KURDAN TÊN KIRIN'

Ozdemîr diyar kir ku ji bo Partiya Çep hîn bêtir eleqedarî bûyerên li Kurdistan û Tirkiyê bibe, wan dest bi xebateke bi vî rengî kirine û destnîşan kir ku qadên wan ên xebatê wê bi tenê Kurdistan û Tirkiye nebe.

Ozdemîr ragihand ku di navbera polîsê Elman û polîsê Tirk de hevkariyeke derveyî huqûqê heye û got, "Di nava karekî antî-Kurd, antî demokratîk de ne. Em dixwazin vê derxînin holê. Kurdên li Elmanyayê dijîn, di bin zextê de ne. Mîna, Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn diavêje ser komeleyên Kurdan û sîxuriyê li ciwanên Kurd ferz dikin. Her weha li ser Partiya Karên Kurdistan (PKK) qedexeyek neheq û ne rast heye. Emê li dijî van têbikoşin."

Ozdemîr herî dawî bang li Kurdên di nava Partiya Çep de dixebitin kir ku bibin endamên koma wan.