Di bin banê dewletê de tiryak
Di bin banê dewletê de tiryak
Di bin banê dewletê de tiryak
Li Amedê temenê bikaranîna tiryakê ku daketiye 10’an, eraziyên dewletê ji bo tiryakfiroş û tiryakkêşan bûye herêmên bi ewle. Li wir polîs û hêzên ewlekariya taybet mudaxeleyî kesên tiryakê bi kar tînin nakin.
Li Amedê bikaranîna tiryakê ku pir zêde bûye û heta ketiye dibistanên dewletê jî hin herêmên saziyên dewletê bûne adresên bikaranîna tiryakê. Kesên tiryakkêş avahiyên bêxwedî û deverên xirbe jî di nav de herêmên saziyên dewletê ji xwe re kirine cihên bikaranîna tiryakê. Tiryakkêş ku rastî tu mudaxeleyan nayên herêmên ku saziyên dewletê lê ne bi rehetî bi kar tînin.
LI QADA SPORÊ TIRYAK…
Stadyuma Ataturk a li Yenîşehîr ku xerakirina wê di rojevê de ye bûye navenda bikaranîna tiryakê. Berê ku tiryakkêşan tenê bi şev bi kar dianî, niha bi roj jî bûye rawestgeha tiryakkêşan.
POLÎS Û EWLEKARÎ LI HEMBER TIŞTÊN RÛ DIDIN XEMSAR IN…
Stadyuma Ataturk tevî ku 100 metre ji Qereqola Yenîşehîr dûr e jî, polîs li hember tiştên rû didin tiştekî nakin. Heta ku tu mudaxeleyê nakin jî niştecihên taxê dide fikirandin. Her wiha ewlekariya taybet a Stadyuma Ataturk jî li hember tiryakkêşan ku tiştekî nakin.