Di berxwedana Kobanê de YPG’ê derbeyên giran li DAIŞ’ê da

Di berxwedana Kobanê de YPG’ê derbeyên giran li DAIŞ’ê da

Li rojhilat, başûrê Kobanê û girê Miştenûr şevê din heya niha şer û pevçûnên dijwar di navber şervanê YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî berdewam dikin.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’ê ji herêmê ragihandî, şevê din heya niha şer û pevçûnên dijwar li rojhilat, başûrê Kobanê û girê Miştenûr berdewam dikin.

Li rojhilatê Kobanê encama şer û pevçûnên dijwar yên şevê din heya niha di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû dane, 20 çete hatine kuştin û gelek çete jî birindar bûne.

Her wiha şevê din li girê Miştenûr ê rojhilatê Kobanê şervanên YPG’ê 2 wesayîtên leşkerî yên çeteyên DAIŞ’ê  rûxandine. Ji ber şer û pevçûnan  encama kuştî û birîndarên çeteyan nehate zanîn.

Şer û pevçûnên ku şevê din heya niha di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî berdewam dikin. Di encamê de 40 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û gelek çete jî birîndar bûne.

Şer û pevçûn li başûr, rojhilat û girê Miştenûrê yê Kobanê bi dijwarî didomin.