Di Amedê kesek di dikana xwe de hat kuştin
Di Amedê kesek di dikana xwe de hat kuştin
Di Amedê kesek di dikana xwe de hat kuştin
Li Amedê xwediyê pet shop a kevok têde tên firotin, ji aliyê kes-kesên nasnameya wan nediyar ve bi çekê hate kuştin. Êrîşkaran piştî ku xwediyê dikanê kuştin, du kevok jî bi çekê kuştin.
Li gorî agahiyên hatine girtin bûyer duh saetên êvarê de li navçeya Baglarê, Cadeya Fatîh, Taxa Muradiye Kolana 191’ê li pet shopek ku firotina kevokan dikir pêk hatiye.
Kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ketin pet shopê û bi esnafê xwediyê dukanê yê bi navê Osman T (40) re nîqaş kirin.
Nîqaş veguherî pevçûnê û kesên çekdar xwediyê dikanê Osman T bi 3 guleyan kuştin.
Kesên Osman T. Kuştin ji cihê bûyerê dûr ketin. Cenazeyê Osman T rakirin morgê û du şahidên bûyerê ji bo îfadeyê birin qereqolê.