Di 24 saetan de ji ber êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê herî kêm 139 kes mirin

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê di 24 saetên dawî de di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de herî kêm 139 Fîlîstînî jiyana xwe ji dest dan û 425 kes jî birîndar bûn.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 28 rastî êrîşî hatin, dema hewl didan alîkariya mirovî bigirin hatin kuştin. Hate ragihandin ku di 24 saetan de herî kêm 139 kes jiyana xwe ji dest dane û 425 kes birîndar bûne.

Televîzyona El Cezire jî ragihand ku balafirên bê mirov ên Îsraîlê bazarekî li bajarê Xezeyê hedef girt û herî kêm 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku di êrîşê de Dr. Ahmad Qandîl ku li Nexweşxaneya El-Ahli Baptist dixebitî, jiyana xwe ji dest daye.

DIBE KU HEJMARA MIRIYAN GIHIŞTIBE ZÊDEYÎ 100 HEZARAN

Tevî van daneyên dawî, hejmara Fîlîstiniyên ku di êrîşên Îsraîlê ku Cotmeha 2023’an destpê kir de jiyana xwe ji dest dan gihişt 58 hezar û 26 kesan. Lê tê ragihandin ku hîna bi hezaran kes di bin qawilan de ne.

Li aliyê din, lêkolînên zanistî yên serbixwe diyar dikin ku hejmara fermî rastiyê eşkere neke û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane dibe ku 100.000’î derbas kiribe.