Dewletê leşkerê kujer xelat kir
Dewletê leşkerê kujer xelat kir
Dewletê leşkerê kujer xelat kir
Derket holê ku Fermandarê Tabura Komandoyan Îzzet Cural ê di salên 1992 û 94'an de navê wî di gelek qetilkirinên 'faîlên wan ne diyar', û înfazan re derbas bûye, beyî ku di tu lêpirsînekê re bê derbaskirin, ji hêla Serokatiya Hereketê ya Fermandariya Giştî ya Cendermeyan ve weke Serokê Daîreyê hatiye hilbijartin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê DÎHA, serbazê bi navê Îzzet Cural ê ku salên 1992 û 94'an de Fermandarê Tabûra Komando ya navçeya Bismil a Amedê bû, tê îddîakirin ku di gelek kiryarên JÎTEM'ê de navê wî derbas dibe û bûye sedema gelek qetilkirinên 'kiryarên wan ne diyar', û ji ber faşîzma wî gelek welatî neçar mane ji gund û warên xwe koçber bibin. Cural ê ku behsa wî tê kirin, her wiha gelek gund şewitandiye, di sala 1990'î de li Bismilê bi hezaran welatî di êşkenceyê re derbas kiriye û gelek di bin çavan de wenda kirine. Heta niha der barê aqubeta kesên hatine binçavkirin de tu agahiyên berfireh nehatine bidestxistin.
Ev kesê ku navî wî di gelek kiryarên dij-mirovatiyê de derbas dibe, beyî ji sûcekî bê darizandin, ji hêla Serokatiya Hereketê ya Fermandariya Giştî ya Cendermeyan wek Serokê Daîreyê hatiye hilbijartin.
NAVÊ WELATIYÊN JI HÊLA CURAL VE HATINE QETILKIRIN
Navê hin gundiyên di salên 1992 û 94'an de ji hêla Fermandarê Tabûra Komandoyan a Bismilê Îzzet Cural ve hatine qetilkirin wiha ne: Arap Guven, Îsmaîl Tunç, Ozeyîr Kurt, Musa Koluman, Şehmus Yuksel û Turgut Yenîsoy. Navê hin gundiyên ku ji hêla Cural ve li ber çavên gel hatine qetilkirin jî ev in: Mahmut Çakmak, Şehmus Çelîk, Cahît Ozalp, Selahettîn Akbulut û Sadik Kortak.
PIŞTÎ NÛÇEYÊ GORA HIN KESAN HAT DÎTIN
Piştî nûçeya welatiyên bi navê Îsmaîl Tunç û Arap Guven ên di sala 1994'an de ji hêla Tabûra Komando a Bîsmîlê ve hatin binçavkirin û li Navenda Sanayî a Bismilê bi du gerîlayên PKK'ê re di goreke komî de hatibûn defnkirin, ji hêla Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ve hat dayîn, cenaze hatibûn dîtin. Dîsa welatiyê bi navê Şehmus Yuksel piştî bi êşkenceyê hat qetilkirin û li gundê Zeko yê Bismilê bombe bi bedena wî ve hat girêdan û teqandin, dîsa bi weşandina nûçeyan li cihê lê hatibûn defnkirin hat dîtin.
ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ PARASTIBÛ
Her wiha di 31'ê Çileya 2011'an de dengekî ku li ser malperên înternetê hatibû belavkirin û êrîşên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê parastibû hat îddîakirin ku aîdî Îzzet Cural e. Di qeyda deng a Cural de ev tişt dihat gotin: "Serokwezîrê Îsraîlê mirovekî kubar e, Îsraîl tiştên baş li Filistînê dike. Ez jî bim ez ê jî bikim." Û bi nav gotinan ketibû rojevê.