Dewleta Tirk deriyê sînor ji birîndarên Kobanê re girt
Dewleta Tirk deriyê sînor ji birîndarên Kobanê re girt
Dewleta Tirk deriyê sînor ji birîndarên Kobanê re girt
Di dijwarbûna êrîşên çeteyên DAIŞ re dewleta Tirk ku sînor girtin, destûr nade kesên di şer û pevçûnên Kobanê de birîndar bûne ji bo tedawiyê bên derbaskirin. Îşev Kobaniyekî birîndar ê destûr nehat dayîn ji bo tedawiyê derbas bibe, ji ber zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da.
Piştî sînor hatin girtin li gor saeta herêmî nêzî saet, 23.00’an Kobaniyekî di şer û pevçûnên Kobanê de birîndar bibû anîn Deriyê Sînor ê Murşîtpinar. Lê belê ji ber rayedarên dewleta Tirk destûr nedan, kesê birîndar ê zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, ji ber destûr nayê dayîn birîndar derbas bibin, di 2 rojên dawî de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.