Dewleta Tirk bi dizî çeteyan ji nexweşxanê direvîne
Dewleta Tirk bi dizî çeteyan ji nexweşxanê direvîne
Dewleta Tirk bi dizî çeteyan ji nexweşxanê direvîne
Piştî nerazîbûnên tund ên gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê û tevahiya cîhanê, ji bo Kobanê, dewleta Tirk Tirk bi veşartî birîndarên çeteyên DAIŞ’ê ji nexweşxaneya M. Akîf a li Rihayê vediguhezin cihên din.
Hevkariya DAIŞ’ê û dewlet Tirk ya ku nikare bê veşartin. Bi mehane çeteyên DAIŞ’ê li nexweşxaneyên Riha û Dîlokê tên dermankirin. Ji ber nerazîbûn û serhildanên gelê Kurd, dewleta Tirk lez û bez birîndarên çeteyan ji nexweşxaneyê direvînin û vedişêrin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji herêmê hatine wergirtin, piştî ku gel herîkin ser sînor û serhildanên Kurdan bi lez bilind bûn, çeteyên DAIŞ’ê yên ku li nexweşxaneya perwerdeyê û lêkolînê Mehmet Akif İnan ya Rihayê dihatin dermankirin nîvê şevê bi awayek dizî ji nexweşxanê hatin revandin. Çeteyên ku hêrsan gel revandine kuderê heta niha nehatiye zanin.