Dewlet beşek ji buhayê dermanan ji Kobaniyan distîne

Dewlet beşek ji buhayê dermanan ji Kobaniyan distîne

Beşek ji buhayê dermanan ji Kobaniyên neçar man bên Pirsûsê tên wergirtin. SES’ê got ku divê tavilê SGK dest ji vê pêkanînê berde.

Desteya Rêveber a Navendî ya Sendîkaya Xizmetên Tenduristî û Civakî  (SES), der barê gelê ji Kobanê hatiye Pirsûsê raporek weşand.

Li gor vê tevayî pêdiviyên Kobaniyan ji aliyê Şaredariya Pirsûs a xwedî derfetên kêm ve tên bicihanîn. Li gor raporên şaredariyê,  li gundan 18 hezar li navenda 32 hezar bi giştî 50 hezar Kobanî li Pirsûsê ne. Ji wan tenê 5-7 hezar kes, li YÎBO û bajarê konan ê li jenderme hatine bicihkirin.

AŞÎKIRINA PÊWÎST NEHAT KIRIN

SES got ku ji bo temamkirina aşîkirina pitik û zarokan tu hewldanek çênebûye û di vê mijarê de agahî nedane malbatan.

SES’ê her wiha diyar kir ku Beşek ji buhayê dermanan ji Kobaniyan tê stendin û got ku divê tavilê SGK dest ji vê pêkanînê berde.

'SAZÎ YA DIKEVE SER MILÊN XWE PÊK NEANÎN’

Desteya Rêveber a Navendî ya SES’ê di rapora xwe de herî dawî ev nirxandin kir, "Wek encam dikare bê gotin ku serî de xizmetên tenduristiyê rêveberiya xwecihî tenê hatiye hiştin, wezaretan, AFAD û saziyên hwd. berpirsiyartiya dikeve ser milê xwe bi qasî tê xwestin cih neanîne.

Tevî van hemûyan û zêdebûna nifûsê jî hat dîtin ku şaredariyan bi derfetên xwe yên kêm hewldaneke zêde pêş xistine.