Devrîm Dîlok li Rojava jiyana xwe ji dest da
Devrîm Dîlok li Rojava jiyana xwe ji dest da
Devrîm Dîlok li Rojava jiyana xwe ji dest da
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê diyar kir gerîla Bîlal Oztan bi nasnav Devrîm Dîlok ê li Rojavayê Kurdistanê tedawî didît jiyana xwe ji dest daye û ji bo malbata wî nameya sersaxiyê şand.
Li gorî daxuyaniya hat dayîn Devrîm Dîlok bi nasnav Bîlal Oztan di sala 1964’an li Îslahiye/Dîlokê hatiye dinê û sala 1999’an li Hollanda tevlî nav tevgera azadiyê bûye. Di 1’ê Cotmehê 2014’an li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de pîşeya Oztan ku ‘mûzîsyen’, qadên wî yên xebatê Ewropa, Xakûrkê, Mexmûr û Tev-Çand hat nîşandan.
Nameyek bi îmzeya Komîteya Rêveber a PKK’ê, Rêveberiya PAJK’ê û Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdên re PKK’ê ji bo malbata Oztan re hat şandin. Di nameya ala PKK’ê li ser a 12’ê Cotmeha 2014’an de wiha hat gotin: “Rêhevalê me yê leheng û bi rûmet ê dozê ku doza têkoşîna azadiya gelê Kurd weke wateya jiyana xwe dît, kurê we yê hêja Rêheval Devrîm Dîlok, di 1’ê Cotmeha 2014’an de li Rojava dema tedawî didît tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û tevlî karwanê şehîdên bêmirin bû.”
Di nameyê de wiha hat gotin: “Ji roja tevlî bû û heya roja şehîd bû, di her kêliyê de ji bo welatê me bigehe azadiyê, ji bo gelê Kurd bigehe azadiyê û ji bo di nava gelê cîhanê de cihê heq dike bigihê, hezkirina mezin a bi gel, welat û Rêber Apo re xebat meşand, şehadeta rêhevalê me Devrîm Dîlok ji bo me bû êş û windahiyekî mezin, bi jiyan, têkoşîn û kesayeta xwe ya bi rûmet mîrasek hişt û tevlî karwanê şehîdên nemir bû.
Serê hemû gelê Kurdistanê û we sax be. Em dixwazin hûn bizanin em êşa we ji dil parve dikin û weke hevalên wî yên têkoşînê bi şehîdbûna rêhevalê me em jî bi qasî we êşeke mezin dijîn. Em vê êşê bi hildana çek û ala wî bi bilindkirina xeta têkoşîna şehîdan hewl didin bigihînin rastiya wateyeke mezin, îrade û serkeftineke misoger. Dîsa em dixwazin bêjin hûn endamên malbatê yên hêja ku hûn şehadetê bi sebir û metaneteke mezin pêşwazî bikin û li ser heman rastiyê hûn ê pêşwazî bikin ti gumaneke me nîne.
Ti gel bê berdêl nagihêje azadiya xwe û jiyana birûmet heq nekiriye. Rêya herî rast a bidawîkirina êşan bêmirinkirina şehîdên me ye. Wateya vê jî armancên ew pê ve girêdayîne ji bo pêk werin hîn zêdetir pêşxistina têkoşînê ye. Her çendî têkoşîn mezin bibe wê şehîdên me jî di dilê gelê me de bê dawî bijîn.”