Destpêkê Kobanê piştre hesret
Destpêkê Kobanê piştre hesret
Destpêkê Kobanê piştre hesret
Şoreşa Rojava ku bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka cîhanê nivîsand, herî zêde bandor li zarokan kir. Xwişk û birayên Celal û Rodîn ên 10 û 13 salî yên di nava vê şoreşê de mezin bûn, mîna mezinan diaxivin û dijîn. Zarokên ku bavê wan YPG'yî ne, ji ber berxwedana Kobane hesreta xwe jî vedişêrin. Celalê biçûk axaftineke xwe ya bi bavê xwe re wiha tîne ziman: "Ez ê nîşanî kesî nedim ku min bêriya te kiriye. Ji ber ku tu Kobanê ya me, mala me diparêze."
Tevî ku bi hezaran Kobaniyî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man ji cih û warên xwe bimînin, bi hezaran welatî jî ji bo parastina Kobanê li nav refên YPG/YPJ'ê cih digirin. Yek ji van Huseyîn Celal (Amed) ê berî 4 salan tevlî nav refên YPG'ê bûye ye. Celal hevser û 6 zarokên xwe dişîne Pirsûsê û li eniya şer dimîne. Ji zarokên Huseyîn Celal Celal û Rodîn ên 10 û 13 salî yên di nav Şoreşa Rojava de mezin bûne, mîna mezinan diaxivin û dibêjin ku ji ber bavê wan li nav refên YPG'ê ye, ew bi şens in.
NAHÊLE KES PÊ BIHESE KU EW BÊRIYA BAVÊ XWE DIKE
Celal ê 10 salî dibêje çeteyên DAIŞ'ê ji bo bidestxistina Kobanê mirovan dikuje û qet nîşan nade ku bêriya bavê xwe dike. Celal dibêje, "Ez gelekî ji bavê xwe hez dikim, bavê min niha li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike. Ji roja em hatine Pirsûsê û vir ve min qet bavê xwe nedîtiye. Lê belê dema carna digere ez jê re dibêjim; ez ê nehêlim ku kes pê bihese ez bêriya te dikim. Ji ber ku tu Kobanê ya me û mala me diparêze."
'BAVÊ MIN DI RÊYA BI RÛMETÊ DE WELATÊ XWE DIPARÊZE'
Rodîn jî anî ziman ku bavê wê her tim bi nîşandana mînakên ji jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew mezin kirine û diyar kir ku ji ber şervanên YPJ'ê destûr nedan mayîna wan, ew neçar man hatin Pirsûsê. Rodîn dibêje, "Bavê min em bi felsefeya Rêber Apo mezin kir. Her tim ji me re digot: 'Ji bo jiyaneke bi rûmet divê beriya her tiştî em azadiya xwe bi dest bixin'. Niha bavê min di rêya bi rûmet de welatê xwe diparêze. Ez jî dixwazim bi bavê xwe re li eniya Kobanê cih bigirim. Ji bo derxistina DAIŞ'ê ji Kobanê çareya me ya bi tenê, eniya şer e. Van çeteyên gemarî, Kobanê xera kirin, lê em dizanin ku YPG/YPJ wê heta dilopa dawî ya xwîna xwe Kobanê biparêzin."
'EGER EM JI BO KOBANÊ ŞER NEKIN EM Ê TINE BIBIN'
Rodîn diyar kir ku metka wê ya bi wan re hat Pirsûsê berî 3 rojan vegeriya Kobanê û gotinên metka xwe parve kir: "Metka min Ferîde hat li binê kon bi me hemûyan re axivî. Ji me re got, 'Em hatine li binê van konan bi awayekî vala rûdinên û me li wir YPG/YPJ bi tenê hiştine. Ez vedigerim Kobanê' û vegeriya. Niha jî bi bavê min re li eniya şer e. Eger şervanên jin ên YPJ'yî bihiştina ez ê jî biçûma, lê li gorî wan ez zarok im. Lê eger em ji bo Kobanê şer nekin, jiyana me wê li vir tine bibe."
'DI VÊ RÊ DE ŞEHADET JÎ HEYE'
Dayik Nesrîn Temo jî da xuyakirin ku berî niha bi demekê wan agahî girtine ku hevserê wê di şer de jiyana xwe ji dest daye, lê belê ev agahî şaş e û got, "Herî dawî dema çeteyên DAIŞ'ê topên hawanê avêtin Kobanê hevserê min li min geriya. Ji min re got, 'Bi zarokan re ji Kobanê derkevin, em naxwazin Şengaleke duyemîn bê jiyîn'. Ez jî bi zarokên xwe re hatim. Piştre xeber ji me re hat, gotin 'Amed şehîd ketiye'. Bi zarokên xwe re em çûn ser sînorê Kobanê, em tirsiyan. Dûre wî telefon kir û derket holê ku şehîd neketiye. Di vê rê de şehîdbûyîn jî heye, lê şehadeteke bi rûmet wê li ser serê me be."

