Dêriyê Sînor ê Serêkaniyê ket destê YPG’ê
Dêriyê Sînor ê Serêkaniyê ket destê YPG’ê
Dêriyê Sînor ê Serêkaniyê ket destê YPG’ê
Piştî pevçûnên dijwar ên di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar de, Deriyê Sînor ê Serêkaniyê yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ket destê YPG’ê.
Li Serêkaniyê piştî ku duh komên Cephet El-Nusra, Emin Mislimîn û Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam êrîşî wesayîta YPG’ê kirin, pevçûnên dijwar qewimîn.
Di encama pevçûnan de hêzên YPG êrîşkar ji bajêr derxistin û şer li depoyên genim ên li nêzî sînor û Deriyê Sînor ê Serêkaniyê zêde bû.
Hate ragihandin ku di encama pevçûnên li vir de komên êrîşkar ji depoyên genim û deriyê sînor hatin derxistin.
Hate gotin ku beşek êrîşkaran reviyane Serêkaniya Bakur, beşek jî çûne aliyê Tel Xelefê.
Di vê navberê de li aliyê din ê sînor jî leşkerên Tirk bicîh bûne û car caran ji herdu aliyan dengê guleyan tê.