‘Deriyê Rojava ji bo koçberiyê girtî ye’

‘Deriyê Rojava ji bo koçberiyê girtî ye’

Endamê Komîteya Rêvebiriya Sînorê Sêmalka Mistefa Ebdilezîz diyar kir ku deriyê sînor bi armanca bazirganî û derbasbûna alîkariyan hatiye vekirin, lewre jî ji bo koçberiya mirovan girtî ye.

Li hemberî koçberiya mirovan derbarê biryara Desteya Bilind a girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, Endamê Komîteya Rêvebiriya Sînorê Sêmalka Mistefa Ebdilezîz ji ANHA’yê re axivî.

Mistefa Ebdilezîz diyar kir hin derdorên siyasî dixwazin li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên rejîma Baas hatine rizgarkirin tevlîheviyê derxînin da ku welatî koç bikin. Ebdilezîz, destnîşan kir ku hewldanên van derdoran rê li ber koçberiyan vekiriye, lewre  Desteya Bilind a Kurd biryar daye ku koçberiya di deriyê sînor de were qedexekirin. Ebdilezîz, anî ziman ku li gorî biryarê wê derî tenê ji bo bazirganiyê û rewşên awarte, herwiha alîkariyê vekirî be.

Ebdilezîz, da zanîn wan di 1’ê Sibatê de derî ji bo alîkariya mirovî û bazirganiyê vekiriye, lê heta niha li gorî vê armancê nehatiye bikaranîn û wiha got: “Derî ji bo koçberiyê hatine girtin. Tenê kesên bazirganiyê dikin dikarin derbas bibin. Dîsa di rewşên awarte yên wekî derbaskirina alîkariyan, dermanan de, wê derî vekirî be.”  

Ebdilezîz, xwest ku kesên rewşên wan ên awarte hene, serî li navendên asayişê bidin.