Derbarê polîsên li Bîsmîlê 'Îşkencekar' de lêpirsîn
Derbarê polîsên li Bîsmîlê 'Îşkencekar' de lêpirsîn
Derbarê polîsên li Bîsmîlê 'Îşkencekar' de lêpirsîn
Derbarê polîsên li navçeya Bîsmîlê ya Amedê îşkence li Mesut Eşen kirin lêpirsîn hate destpêkirin.
Li Dibistana Amadeyî ya Pişeyî ya Teknîk a Anadolu ya navçeya Bîsmîlê ya Amedê 2 roj berê beriya civîna weliyên li baxçeyê dibistanê hatin cem hev û di vê demê de di navbera 2 xwendekaran de şer derketibû û polîsan mudaxele li vê yekê kiribû.
Ji weliyê xwendekaran Mesut Eşen ê ku xwest îşkenceya polîsan bi telefonê berîkê bikişîne û di wê demê de rastî mudaxeleya polîsan a tund hat û pişt re birin Midûriyeta Polîsan a Bîsmîlê û rastî îşkenceyekî dijwar hat û rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.
Hate zanîn ku Waliyê Amedê derbarê polîsên îşkence li Mesut Eşen kirin de lêpirsîn da destpêkirin.