Der heqê Platînî û Blatter de cezayên giran tê xwestin

Sûcdariyên nelirêtî û bertîlê yên li hemberî rêveberên Organîzasyonên Futbolê yên Navneteweyî FIFA û UEFA, dewam dikin. Komîsyona Exlaqê ya FIFA dixwaze Joseph Blatter û Mîchel Platînî bi cezayê giran werin cezakirin.

Li hemberî Serokê Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) Joseph Blatter û Serokê Yekîtiya Federasyonên Futbolê li Ewropayê (UEFA) Mîchel Platînî de tê xwestin, ku ji ber sosretiya nelirêtiyê pêkanîn giran werin kirin. Di rapora bi serenavê 'Blatter-Platînî' ya ji komîsyona bi rêveberiya Hans-Joachîm Eckert re hat şandin de, tê gotin ku sûcdariyên li hemberî her du rêveberên niha bi awayekî demî pêkanîn li ser wan heye, hatine piştrastkirin.

Di daxuyaniya FIFA de, detayê pêkanînên tê xwestin li hemberî Blatter û Platînî bikevin meriyetê nehat dayîn. Her wiha agahiyên li ser sûcdariyên li wan tên kirin jî, tên veşartin. Hat ragihandin ku detayên rapora li ser her du rêveberan, ji ber pîvana 'nepenîtiya jiyana taybet' û 'fêmikirina masûmiyetê' nehatine aşkerakirin.

Tê plankirin, ku piştî agahiyên di rapora Blatter-Platînî de cih digirin ji aliyê ekîba pêwendîdar ve bê lêkolînkirin, wê pêvajoya dozê ya li hemberî her du rêveberan bê destpêkirin.

Li Blatter ê Swîsreyî û Platînî yê Fransayî sûcdarî tê kirin, ku herî kêm bi 2 mîlyon frangên Swîsreyî karên ne li rê kirine. 2 mîlyon frang ji aliyê Blatter ve di Sibata 2011'an de ji Platînî re hatibû ragihandin û ev yek jî weke heqê 'karên şêwirmendiyê' yên navbera salên 1998-2002'an de hatibû nîşandan.

Lê belê derketibû holê, ku ev pereyê ji Platînî re hatiye dayîn di bîlançoya malî ya FIFA de cih negirtiye.

Komîsyona Exlaqê ya FIFA'yê di biryara xwe ya meha Cotmehê de her du rêveber ji bo 90 rojan ji hemû aktîvîteyên futbolê yên neteweyî û navneteweyî dûr xist. Îtirazên li hemberî vê biryarê hatin redkirin.

Mîchel Platînî wê di kongreya FIFA ya meha Sibatê de ji bo serokatiyê bibe namzet. Lê belê eger ceza lê were birîn wê nikaribe bibe serok.