Der barê malbatên Roboskî de lêpirsîn hat destpêkirin
Der barê malbatên Roboskî de lêpirsîn hat destpêkirin
Der barê malbatên Roboskî de lêpirsîn hat destpêkirin
Der barê malbatên Roboskî yên zarokên xwe di bombebarana artêşa Tirk de wenda kirin bi sedema sînor binpê kirine ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Qilabanê ve lêpirsîn hat destpêkirin.
Li Gundê Roboskî yê girêdayî Qilabana Şirnexê di 28’ê Kanûna 2011’an de 34 ciwanên Kurd di encama bombebarana balafirên şer ên Artêşa Tirk de ku hatin qetilkirin, malbatên ku zarokên xwe wenda kiribûn bi munasebeta 500 roj li ser qetlîamê re derbas bûye qerenfîl danîbûn ber kevirê bi nîşaneya 15 a li ser sînorê herêma Federal a Kurdistan. Di çalakiya ku hatibû lidarxistin de di navbera malbat û leşkerên Tirk de alozî derketibû, û piştî aloziya bi saetan malbat vegeriyabûn gundê xwe. Lê belê hat destnîşankirin ku der barê malbatan de ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Qilabanê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Der barê 48 kesan de bi sedema sînor îhlal kirine ku lêpirsîn hatiye destpêkirin Reşîd Ant ê di qetlîamê de kurê xwe Adem Ant wenda kiribû, li Dozgeriya Komarê ya Qilabanê îfade da. Ant, di îfadeya xwe de got ku tu sînor îhlal nekirine û li qada ku çûnê jî leşkerên artêşa Tirk hebûn.