Demîrtaş û Kişanak ji Dîcle re sersaxî xwestin

Demîrtaş û Kişanak ji Dîcle re sersaxî xwestin

Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, ji ber wefata dayika Xetîp Dîcle peyameke sersaxiyê weşandin. Di peyamê de hat gotin, "Mîna gelek dayikan, ew jî yekser rastî polîtîkayên zextê hat, serî netewand û têkoşiya."

Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, ji ber wefata dayika parlamenterê girtî Xetîp Dîcle Mubeccel Dîcle peyameke sersaxiyê weşandin. Di peyama sersaxiyê de weha hat gotin:

"Bi xemgîniyeke mezin me bihîstin dayika hevalê me yê hêja û nûnerê gelê Amedê yê hilbijartiê Birêz Xetîp Dîcle Mubeccel Dîcle wefat kirin. Mixabin, ji ber nexweşiya pê ketibû çavên xwe li jiyanê girt, rehma xwedê lê be û ji malbata Dîcle re jî sersaxî û sebirê dixwazin. Dayika me Mubeccel, temenê xwe bi zehmetiyên mezin, bi têkoşînên mezin derbas kir. Di sala 1994'an de ji girtina Birêz Xetîp Dîcle û hevalên wî yên parlamenter re, şahidî kir. Mîna gelek dayikan, ew jî rastî polîtîkayên zextê hat, serî netewand û li ber xwe da. Ji ber ku Birêz Xetîp Dîcle dîlekî siyasî ye, mixabin di rojên xwe yên dawî de jî kurê xwe yê giranbuha nedît, ne li gel bû.

Wendakirina dayikekê, yek ji êşên herî giran e. Em vê êşa kûr a Birêz Dîcle, weke hevalên wî yên têkoşînê ji dil û can parve dikin û careke din jê re sersaxiyê dixwazin.

Bila rihê dayika me Mubeccel a vê meha pîroz ji nava me veqetiya şa be, cihê wê bihuşt be."