Demîrtaş: Me li Qendîlê hêvî jî, guman jî dît
Demîrtaş: Me li Qendîlê hêvî jî, guman jî dît
Demîrtaş: Me li Qendîlê hêvî jî, guman jî dît
Şandeya BDP'ê ya nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihijînin rayedarên KCK'ê çûn Qendîlê vegeriyan Hewlêrê. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku wan bi rayedarên KCK’ê re nîqaşên berfireh kirin û wiha got: "Erê nîqaşên bi hêvî dimeşin lê ev jî heye. Ev kar ewqas hêsan nîn e û KCK ji bo biryardayîn rehet tevnagerin. Ev yek di hevdîtinan de derket holê."
Şandeya BDP'ê ya 2 roj berê ji bo nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rayedarên KCK'ê re nîvîsî hatin Başûrê Kurdistanê û rasterast çûn Qendîlê şevê din saet di 21.00'an de vegeriyan Hewlêrê. Tê payin ku şandeya BDP'ê ya ji Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê BDP'ê Sirri Sureyya Onder pêk tê demekê li herêm bimînin û hinek hevdîtinan bikin.
NAMEYA OCALAN LI QENDÎLÊ YE LI BENDA BERSIVÊ YE
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî hevdîtina Qendîlê de daxuyaniyekî kin da û diyar kir ku nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi destê xwe nivîsî wan bi destên xwe teslîmî rêveberên KCK'ê kirin. Demîrtaş, anî ziman ku nêzî rojekê wan bi rayedarên KCK'ê re nîqaş meşandin û têkildarî hevdîtinê de wiha got:
“Me hevdîtina li Girava Îmraliyê bi Birzê Ocalan re pêk anî bi devkî ji wan re ragihand. Me hêvî û gumanên Birêz Ocalan ên li têkildarî pêvajoyê de bi wan re parve kir. Ya din jî em nameyên bi dest hatin nivîsîn me teslîmî wan kir. Ew dê di nava 2-3 rojan de nirxandinên xew bikin. Ez bêjim dê bersivekê ji nameyê re binivîsin. 3 an jî 4 roj şunde name dê bi riya heyata me bigihije Birêz Ocalan."
Demîrtaş, çavdêriya li Qendîlê jî wiha vegot: "Li vir me di nêzîkahiyên rayedarên KCK'ê yên me pê re hevdîtin kirin ev yek dît. Geşedanan gelek cidî dinirxînin û dişopînin û nîqaşan gelek cidî dinirxînin. Gelek qîmetê nîşanî bang, nêzîkahî û pêşniyarên Birêz Ocalan din. Erê niha nîqaşek bi hêvî tê meşandin. Ev kar hêsan nabe. KCK ji bo biryardayînê rehet nîn e û ev yek di hevdîtinan de derket holê. Lê di dawiyê de biryara xwe we dê bibin."
Demîrtaş, da zanîn ku ew weke BDP hem li Îmraliyê bi Ocalan re, hem bi rayedarên hikûmetê re û hem jî bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinan dikin û di nava 3 aliyan de trafîkekê dimeşînin. Demîrtaş, bilêv kir ku ew amadene ku ji hemû derdorên têkildarî pêvajoyê de agahiyan bixwazin bibin. Demîrtaş, destnîşan kir ku agahdariyekî wisa ya parlamentoyê gelek girîng e û wiha pê de çû: "Em vê yekê ji ber vê sedemê girîng dibînin. Ev pirsgirêka hikûmetê ya pêvajoyê dimeşîne. Lê em weke BDP ji bo pêvajo rewa bibe û zelal bibe û piştgiriya hemû partiyan bigirin girîng e."
DÊ BI RAYEDARÊN BAŞÛR RE HEVDÎTIN BIKE
Heyeta BDP'ê ya Qendîlê vegeriya saet di 23.00'an de endamê poîtburoyê yê PDK'ê Kemal Kerkukî ziyaret kir. Heyet di nava rojê de dê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Serokê Parlementoyê Ersalan Bayîz re hevdîtinên cuda bikin