Demîrtaş li ser sînorê Kobanê hişyarî da hukûmeta Tirk

Demîrtaş li ser sînorê Kobanê hişyarî da hukûmeta Tirk

Şandeya KCD, DBP, HDP û HDK ji bo hin hevdîtinan hate navçeya Riha Pirsûsê. Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li herema nobeta berxwedanê de got, "Em hêvî dikin ku gotinên hukumetê yên ku 'ji bo Kobanê nekeve, Em amade ne her cûre alîkarî bidin Kobanê' bi cih bên. Em dîsa hêvîdar in ku polîtîkayên xelet ji deriyê Kobanê vegerin. Îro, ne roja gefxwarinê ye. Ger pêvajoya çareseriyê bidome, banga Birêz Ocalan aşkere ye. Kobanê û pêvajo ji hev ne qut in. Eger hûn dixwazin li hundir, pêvajoya aştiyê bi rê ve bibin, divê hûn Kobanê tenê nehêlin."

Hevserokên KCD, DBP, HDP, HDK'ê û parlamentarên HDP'ê, serê sibê ji bo cejnê li vir derbas bikin hatin Navçeya Pirsûsa Rihayê. Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksel û rayedarên din ên her du partiyan, li avahiya DBP'ê ya Pirsûsê bi şandeya  ji Kobanê hat re hevdîtinek pêk anîn.

Piştî hevdîtinê heyet bi hev re çû serdana welatiyên ku ev bi rojan in, li ser sînor çalakiya nobetê li dar dixin. Piştre Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li vir axaftinek kir û got ku ev 20 roj in, li aliyê din gelê Kurd li dijî çeteyên hov destana berxwedanê dinivsîne. Demîrtaş, got ku gelê Kurd li Kobanê ne tenê bajar, rûmeta mirovahiyê jî diparêze û wiha axivî: "Ev berxwedan neba, niha ev çete li pişt van têlan bicih bûbûn. Ev 20 roj in zarokên leheng yên Kurd destan dinivsînin. Artêşa cîhanê ya herî mezin NATO jî li hemberî vê barbariyê neçar maye. Tenê li hemberî wan dayik, jin û zarokên Kurdan şer dikin."

'BI VÎN Û BAWERIYA POLA LI BER XWE DIDIN'

Demîrtaş, destnîşan kir ku şervanên YPG'ê ne bi çetan bi wîn û baweriya xwe ya pola li hemberî çeteyan li ber xwe didin û wiha domand: "DAIŞ ji her derê alîkarî digire. Diyar e ew hatine perwerdekirin. Her cure alîkarî didin van çeteyan. Fermandarên Seddam û leşkerên Qeter û Siûdî heta vê derê tên û perwerde didin çeteyan."

‘LI ŞÛNA ÇETEYÊN DAIŞ'Ê ÊRÎŞÊ LI GEL DIKIN'

Demîrtaş, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Çiqas rayedarên dewleta Komara Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê red kiribin jî, di pratîkê de tu sererastkirin çênebûne û bi piştgiriya Tirkiyeyê pêş dikeve. Ligel ewqas piştgiriyê digire jî nikare li Kobanê ser bikeve. Leşker û polîs jî li vir êrîşê welatiyên bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê hatin ser sînor dikin. Çekên îro di destê çeteyên DAIŞ'ê de çekên modela herî dawî yên Amerîka û Rûsyayê ne. Çekên li Mûsil û Helebê bi dest xistin. Tu kes hesaba vê yekê nade. Vê yekê asteng nakin. Hezaran kes li vir sloganan dibêjin,  ji ber moral dan YPG'ê rastî êrîşa polîs û leşkeran hatin. Welatiyên me 20 roj in ligel êrîşa polîs û leşkeran bi israr li vir nobetê digirin."

BILA HUKÛMET LI SER SOZA XWE BE

Demîrtaş, da zanîn ku divê Tirkiye polîtîkayên xwe yên şaş biguherîne û polîtîkayên xizmeta biratî û aştiyê bikin pêk bîne û wiha axivî: “Hêvî dikim ku soza hukûmetê ya bi awayê ‘Ji bo Kobanê nakeve, em dê hemû piştgiriyê bidin Kobanê' bi cih bîne. Hêvî dikim ku polîtîkayên şa dê ji deriyê Kobanê vegerin. Îro roj ne roja gefxwarinê ye. Heke pêvajoyeke aştiyê bê meşandin banga Birêz Ocalan zelal e. Kobanê û pêvajo ji hev ne cuda ne. Ger bixwazin di hûndir de aştiyek mayînde pêk bê, wê demê divê Kobanê bi tenê neyê hiştin."

‘DIVÊ HIKÛMET PÊVAJOYÊ BI GEL RE BI KOORDÎNEYÎ BIMEŞÎNE'

Demîrtaş, da zanîn ku rewşa Kobanê ji pêvajoyê cûda nagirin dest û wiha pê de çû: "Ger bixwazin pêvajoyê mayînde bikin divê Kobanê tenê nehêlin. Divê riyên diçin Kobanê bên vekirin. 3 aliyên Kobanê ji aliyê çeteyan ve hatine girtin divê aliyê Tirkiyeyê neyê girtin. Li hemberî gefên çeteyên DAIŞ'ê divê bi lezgînî piştgiriyê bidin gelê Kobanê. Ji bo gel li vir di nava aştiyê de bijîn girîng e. Em bi Birêz Serokwezîr û hevalên me jî bi kesên eleqedar re hevdîtinan dikin. Ji ber ku ger Kobanê bikeve dê bibe sedema çi em ê bibînin. Em dixwazin Kobanê bikin nûqteya aştiyeke mayînde. Em dixwazin berxwedana Kobanê bikin atişiyeke mayînde. Pêdiviyên vê yekê hene. Bi gef û şantajan ev kar nayê meşandin. Ev kar bi gotina 'PKK û DAIŞ wekhev in' nayê meşandin. Hemû kes dizanene ku tu wekheviya PKK û çeteyên DAIŞ'ê tune ye. Ev nêrîn şaş e. Ya rast li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dest bidin hev e. Dema min bi Serokwezîr re hevdîtin kir jî got, ya rast hukûmet xebateke koordîneyî meşandine. Roj ne roja dijminahiyê ye. Roj roja ji hevtirsînê û guman û fikarê nîn e. Divê hukûmet bi awayeke aşkere bi Kobanê re bikeve nava piştevaniyê û bi gelê li ber xwe dide re, bi koordîneyî bixebite. Li vir li şuna gel asteng bike, bi copan êrîş bike, bila bi gel re di nava hevkariyekê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê têbikoşe."

‘GELÊN KURDISTANÊ ÊDÎ NABIN QÛRBAN’

Pişte Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek axivî û wiha got: “Wekî destpêka sedsala 20’emîn, di sedsala 21’emîn de jî dixwazin gelên Kudistanê bikin qûrbanê ahengên navneteweyî. Lê em di serê vê sedsalê de em bi têkoşîna xwe wiha dibêjin; Di sedsala 21’emîn de êdî gelên Kurdistanê nabin qûrban. Sekna we ya li vê derê vê nîşan dide. Têkoşîna me ya 40 salan pratîka li Şengalê, têkoşîna ji bo Kobanê pêwîst be dê ji Rojhilat bê nîşandan. Ev têkoşîn nîşan dide ku gelê Kurdistanê dê sedsala 21’emîn de azad bibe. Ev têkoşîn di heman demê de nîşaneya yekîtiya neteweyî ye. Pirsûs bûye Şengal, Şengal dibe Mehebad.”

 ‘EM REXNEDANA XWE DIDIN’

Heseroka Dîwana Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî ya hate Pirsûsê jî silavên xwe ji berxwedana Kobanê re şand û wiha axivî: “Îro banga me ji welatên navneteweyî re, Amerîka, Tirkiye bi temamî bi DAIŞ’ê re hevkariyê dike. YPG-YPJ ev 2-3 sal in li ber xwe dide. Gelê Kurd li ber xwe dide, bi çekên sivik li ber xwe dide. Bi ruhê Apocu, bi felsefeya Rêber Apo li dijî çekên giran ên çeteyan li ber xwe dide. Em bi ruhê berxwedanê bi ser dikevin. Ji bo hemû kesan banga me ev e: çekên giran bişînin ji YPG’ê re. Em nan û avê naxwazin, em ne birçî ne. Li Qendîlê xwîşk û birayên me hene. Em bang li Erdogan dikin, dest ji dudiliyê berde, ronahiya sînor vemirîne û nehêle çete derbas bibin. Ey Erdogan Kobanê bi Pirsûsê re yek e, bi Qendîlê re yek e, bi Başûr re yek e, em bi çar pereçayan re yek in. Bi taybetî em bang li Başûrê Kurdistanê dikin. Wan ji me re digotin Başûrê Biçûk. Ew birayê mezin e. Ev Rojavaya mezin e, siyaseta mezin e. Lê tevahiya gelê Kurd û wekî partî em rexnedana xwe didin. Ger beriya çend mehan ev siyaset ev sekn bihata nîşandan ev çete niha nidihatin sînorê Kobanê.”

Piştî daxuyaniyê şande derbasî gundên din ên ku nobeta berxwedanê didome, bû.