Demîrtaş: Hûn bi çi gefê li me dixwin?
Demîrtaş: Hûn bi çi gefê li me dixwin?
Demîrtaş: Hûn bi çi gefê li me dixwin?
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma partiya xwe de nerazîbûneke tund nîşanî Serokkomar Erdogan û hikûmeta AKP'ê da, ku ji ber çalakiyên Kobanê gefê li wan dixwin. Demîrtaş got, "Ji mirinê wêdetir tiştek heye? Dibêjim em ê hesab bipirsin. We mirinên herî xerab dan jiyîn. Hûn bi çi gefê li me dixwin? Ji şewitandina Dêrsimê heta kuştinên kiryar nediyar ên Mereşê û operasyonên KCK'ê, we çi hiştin? Me serî tewand? Me got bila çareserî, aştî pêk were, em li dora masê rûnên. Çi ma ku we nekirin? Hûn ê kîjan berdêlî bi kê bidin dayîn? Ji mirinê wêdetir tiştek nîne, canê her yekî ji me, bi destûra Xwedê bila hezar carî qurbanî gelê me be."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de rewşa dawî ya siyasî nirxand û nerazîbûneke tun nîşanî helwesta Serokwezîr Ahmet Davûtoglû û Serokkomar Erdogan ku di dema dawî de partiya wan hedef nîşan dide, da.
Demîrtaş got, "Tuyê bêjî qey mijara Kobanê tiştekî nû ye" û nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Serokwezîr a digot, "Vana; dema elewî, sunî hatin qetilkirin bêdeng bû" da. Demîrtaş got, "Dibe ku hûn nizanibin, lê têra xwe şêwirmendên we hene. Bêjin bila çavekî lê bigerînin, me çi gotine di mijara Sûriyeyê de. We siyaseta mezhebê meşandin, me ev rexne kirin. Me got, çekên hûn dişînin dikevin destê komên radîkal. Gelo me ji we re got li pêşberî Sûriyeyê bêdeng bin? Me got, ev barbar, ev çete di bin kontrola we de baregehan çêdikin. Me got, derbasbûna ji sînorê we yê ku veguheriye moxilê, bisekinînin. We nekirin. We ji wan du tişt xwestin. We gotin, 'pere ji me, destek ji me, hûn li dijî Esad şer bikin û di ser de nehêlin Kurd bibin xwedî statu'. Me ev rexne kir. Ji ber ku exlaqê van çeteyan nîne, me got; îro li hinekan dide, sibê wê li we bide."
‘KOBANÊ RASTIYIA DI PIRTÛKAN DE NÎNE HÎNÎ MIROVAHIYÊ DIKE’
Demîrtaş bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku di hevdîtinên bi Ocalan re, rewşa Kobanê jî hatiye nirxandin. Demîrtaş got, "Gelo hînê beriya 30 rojan we negotibûn pêvajo cuda ye, Kobanê cuda ye. Ev hemû li dora masê bûn. Me girîngiya axaftina Tirkiyeyê ya bi PYD'ê re destnîşan kir. Ev hat axaftin. Lê hingî we negot ev cuda ye ew cuda ye. We gotin, em ê rê nedin avabûna li Rojava, ev xeta me ya sor e. Me diyar kir ku ev şaş e û me we rexne kir."
Demîrtaş da zanîn ku Rojava li dijî çeteyên El Nûsra yên ji Tirkiyeyê destekê digirin şer dike û got, "Her kes li van hemûyan temaşe dike. Mirov ji me dipirsin, ev çi hal e: li aliyekî hûn dibêjin pêvajo li aliyekî jî xwîn ji Kobanê tê. Pirtûkên ewçend qalin nivîsandin û dibêjin qey her tiştî dizanin. Lê binêrin, tiştên ku li ti pirtûkê nehatiye nivîsandin, gelên vê herêmê hînî her kesî dikin."
'OCALAN 2 SAL IN HIŞYAR DIKE'
Demîrtaş got, "Ocalan 2 sal in we hişyar dike, behsa dînamîkên darbeyê dike, balê dikşîne ser girîngiya avêtina gavê. Dema ev tê gotin, medyaya bêvilneşewitî manşetên 'Apo gefê dixwe' diavêje." Demîrtaş diyar kir ku mirov li her tiştî temaşe dikin û got, "Bi tenê raya giştî ya ku hûn biafirînin nîne. Rayeke giştî heye ku hûn nikarin wê bixapîne."
'HÛN ÇIMA VÎ GELÎ DIXAPÎNIN'
Demîrtaş bibîr xist ku Tirkiye ev 2 sal in nekariye ji dûvikên El Qaîdeyê DAIŞ û El Nûsra re bêje gef e û got, "Lê belê te got PYD gef e. Te got ev ji bo min mîna DAIŞ'ê ne. Wê demê tu çima li dora masê rûdinê. Tu çima vî gelî dixapîne. Tuyê çawa bi vî gelî re li hev bê? Gel van dişopîne, dizane, gel nezan nîne."
‘EM JI POLÎTÎKAYÊN WE YÊN ZALIMANE FEDÎ DIKIN’
Demîrtaş da xuyakirin ku daxwazên wan weke 'li ber gerandinê' tê nîşandan û got, "Yê li ber we bigere, bila mîna we namerd be." Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Em ji barbariya DAIŞ'ê natirsin, em ji polîtîkayên we yên zalimane şerm dikin. Em ji gotinên we yên hezar salî li ser navê biratiyê tînin ziman şerm dikin."
'CANÊ ME HEZAR CARÎ QURBANÎ GELÊ ME BE'
Demîrtaş destnîşan kir ku wan bangeke bi tenê ya şîdetê jî nekirine û got, "Ji ber ku me ev kir, em bûn kujer, durû, lê yên ku ev du sal in durûtiyê dikin bû xwediyên vî welatî. Yên ku destê wan tevlî xwînê bûn, hemû jî bûn humanîst. Em ê vê qebûl nekin. Sebra her gelekî heta cihekî ye. Hûn dikarin bi fermanê bi mirovên li derdora xwe re kar bidin kirin, bi qîrqîrê wan bitirsînin, bi gotina 'hûnê berdêl bidin' dibe ku hûn hin kesan bêdeng bikin. Lê em ne ji wan in, ji mirinê wêdetir tiştek heye? Çi maye ku we nekirine, we Dêrsim şewitandin, ji Mêreş, Dêrsimê heta operasyonên KCK'ê çi ji we hat we kirin, hûn ê hînê çi bikin? Hûn ê hînê kîjan berdêlî ji kê bistînin? Ji mirinê wêdetir tiştek nîne. Canê her yekî ji me, bi destûra Xwedê hezar carî qurbanî gelê me be."
'TU MIROVÊ HERÎ DAWÎ YE KU RABE JI ME RE BÊJÎ KUJER'
Demîrtaş nerazîbûn nîşanî gotinên "provokator hene" yên hikûmetê der barê çalakiyên Kobanê de bilêv kir, da û got, "4 heb rêxistinên te yên îstîxbaratê çima tedbîr negirt û provokasyon vala dernexist." Demîrtaş her wiha nerazîbûneke tund nîşanî Serokkomar da ku ji wan re got 'kujer' û wiha axivî: "Weke kesekî ku fermana komkujiya li Roboskî daye, weke kesekî ku fermana kuştinê li Gezî daye, weke kesekî ku fermana komkujiyê di Adara 2006'an de li Amedê daye, weke kesekî ku fermana kuştina 140 zarokan daye, li Tirkiyeyê tu kesê herî dawî ye ku bêjî kujer. Em ê hesabê van hemûyan bipirsin."
Demîrtaş peyama Ocalan a di 8'ê Cotmeha 2014'an de ji bo nermbûna çalakiyan xwend û diyar kir ku Ocalan di peyama xwe de gotiye, bûyerên tên jiyîn ji bo provokasyon û komkujiyên mezin guncaw in, banga muzakere û diyaloga watedar û lezgîn kir û ji hikûmetê xwest gavan biavêje.
Demîrtaş piştî peyama Ocalan xwend got ku hikûmet piştî vê daxuyaniyê êrîşî wan kiriye û axaftina xwe wiha domand: "Di peyama ku hatibû de tiştekî wisa tine bû. Got ku em bi hev re bixebitin û bi hev re vê rewşê aram bikin. Piştî ku me daxuyanî da şûnde êrîşî me kirin. Me bi kujeriyê re tawanbar kir. Hew ma bû ku hemû bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin têxe stûyê me. Eger ku îro Tirkiye nebûbe wekî Sûriyeyê ev yek bi saya vê pêvajoyê ye, bi saya kesên ku fedakariyê dikine."
Demîrtaş anî ziman ku li gel ev tiştên hatine jiyîn jî ew di jiyana hevpar de israr dikin û wiha domand: "Eger hewce bike em ê bi tena serê xwe li hemberî van hov û tecawizkaran şer bikin û wan ji Rojhilata Navîn derxînin." Demîrtaş got ku DAIŞ ji bo Tirkiyeyê ne gefeke dûr e û anî ziman ku ev berxwedana ku li hemberî DAIŞ'ê li ser navê kurdan tenê nayê meşandin û ji bo tirk û ereban jî vê berxwedanê dimeşînin.
Demîrtaş nerazîbûn nîşanî çapemeniya AKP'ê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ey çapemeniya ku ji AKP'ê re çepikan lê dixin, meaşê xwe bistînin lê hinekî bi wijdanî tevbigerin. Eger ku hûn nebin rojnamevan jî bibin mirov. Ew tecawizkar êrîşî mirovan dikin hûn jî li vir heqaretê li me dikin. Dawiyê dibêjin HDP gel dadixe kolanan. Hûn vê yekê dikin û bi xwe nizanin."