Demîrtaş bi Erselan Bayiz re hevdîtin pêk anî
Demîrtaş bi Erselan Bayiz re hevdîtin pêk anî
Demîrtaş bi Erselan Bayiz re hevdîtin pêk anî
Serdanên şandeya BDP’ê ya ji Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş û Parlementer Sirri Sureyya Onder pêk tê li Başûrê Kurdistanê didome. Di vê çarçoveyê de di saetên êvarê de li ser pêvajoya aştiyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bi Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Erselan Bayiz re hevdîtin pêk anî.
şandeya BDP’ê ya ji Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahettîn Demîrtaş û Parlementerê BDP’yê Stenbolê Sirri Sureya Onder pêk tê, ji bo nameya duyemîn ya Ocalan bigihînin berpirsiyarên KCK'ê çûbûn Qendîlê û piştî ku name radestî berpirsiyarên KCK’ê kirin vegeriyan Hewlêrê. Piştî ku duh bi Serokwezîrê Hukumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anîn saet di 18:30’an de bi Serokê Parlementoya Kurdistanê Erselan Bayîz re li avahiya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê hevdîtin pêk anî.
Hevdîtina ku ji çapemeniyê re tenê demek kurt vekirî hate kirin de, Serokê Parlementoya Kurdistanê Erselan Bayîz keyfxweşiya xwe ji bo serdana şandeya BDP’ê nîşan da. Bayîz di axafitina xwe de destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin pir girîng e û wiha got:
"Pêvajoya ku li ser bingehê aştiyane ya çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, di çareseriya pirsgirêkê de pêngavek girîng e. Ji bo vê jî em bi keyfxweşî pêşwazî dikin û heta dawiyê em piştgiriyê bidîn vê pêvajoya dîrokî."
Bayîz da zanîn kû Herêma Kurdistanê ji bo ku pirsgirêka kurdên Bakûrê bi riyên aştiyane çareser bibe her tim di nava hewildanan de bûne û têkoşîna wan her tim ji nêz ve bi baldarî dişopînin û wiha axivî:
"Kurd ji dewleta Tirk cûdabûnê, rakirina sinoran û serbixwetiyê naxwazin. Berevajiyê wê dixwazin mafê kurdan bên naskirin û bi gelên Tirkiyeyê re di nava aştî û wekheviyê de bijîn. Lewra em ji vê pêvajoyê gelek bi hêvî ne ku gelê kurd bigihije azadiya xwe û dê ji bo gelên herêmê di riya jiyana azad û wekhev de pêşengtiyê bike. Ji ber vê serdana şanda BDP’ê bi keyfxweşî pêşwazî dikim û dibêjim ev hevditine wê bibe parçeyek ji bihêzkirina û pêşxistina pêvoja aştiyane ya çareseriya pirsgirêka Kurd ya Tirkiyeyê.”
Piştî kû hevdîtin heyata BDP’ê û Bayîz bi dawî bû li ser mijara hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê nehate dayîn.