Demîrtaş: Berpirsyar, ne HDP ye, rayedarên dewletê ne
Demîrtaş: Berpirsyar, ne HDP ye, rayedarên dewletê ne
Demîrtaş: Berpirsyar, ne HDP ye, rayedarên dewletê ne
Hevserokên KCD, DBP û HDP der barê bûyerên piştî çalakiyên Kobanê derketine de civînek çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku di civînê de axivî û diyar kir ku berpirsyarê van bûyeran ne HDP ye, rayedar in. Demîrtaş, got ku têkildarî bûyaran de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi rêya nivîsê hevdîtinek pêk anîne û da zanîn ku Ocalan ji hemû aliyan re diyalog pêşniyar kiriye.
Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle, Selma Irmak, hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Ustundag û hevserokên DBP'ê Kamûran Yuksek û Emîne Ayna der barê bûyerên van rojên dawî li Kurdistan û Tirkiyeyê rû dane û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane de li avahiya KCD'ê civînek çapemeniyê lidar xistin. Hevserokê HDP'ê Demîrtaş di axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê, her wiha berxwedana Kobanê. Demîrtaş, diyar kir ku heta niha di bûyeran de 24 kesan jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: "Ji ber ku ev 2 sale di pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de tu gav nehatine avêtin, hêrsa gel zêde bûye. Polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Suriyeyê hem hêrsa Kurdan hem jî ya Elewiyan aniye. Hikûmet di polîtîkayên xwe de cudakariyê dike. Dema mesele bû Kobanê, hikûmet dibêje 'Hûn çima bûyerên derva tînin nava me'. Kobanê meseleya nava mala me ye. Tirkiyeyê 2 hezar çek ji çeteyan re şandine. Çekên di destê DAIŞ'ê de hemû yên Tirkan in. Me tenê xwest hin alîkariyên mirovîn ji Kobanê re bên şandin. Lê wan guh neda me. Ev hemû bûne sedema hêrsekî mezin" Demîrtaş, her wiha anî ziman ku li hemberî van çeteyan gelê Kobanê li dijî tank, fuze û çekên giran bi keleşînkofan berxwedanek bêhempa daye nîşandan.
'ME BI DEHAN CARAN BI SEROKWEZÎR RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ'
Demîrtaş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Der barê geşedanên Kobanê de me di qada neteweyî û navneteweyî de hevdîtin pêk anîn. Gel 25 rojin li Pirsûsê li ser sînor bi şev û roj êrîşên DAIŞ'ê şermezar dike banga hêzen navneteweyi dike ku vê yekê bibîne. Lê dewleta Tirk neheqiyê li gelê me dike û li ser gelê me tundiyê dimeşîne. Li gel hemû polîtîkayên dewletê yên tundiyê wekî HDP'ê me bi Serokwezîr re hevdîtin pêk anî. Min ji Serokwezîr Davutoglu re got 'Ji ber dewleta Kurdan tune hûn wisa tundiyê li ser Kurdan dimeşinin.' Davutoglu jî got 'dewleta Kurdan em in.' Wê demê ev çi tundî ye. Gelê Kurd ji bo DAIŞ'ê tune bike amade ye ku bi dewleta Tirkiyeyê re têkoşînê bimeşîne. Em her dem banga xwe ya ji bo hikûmetê nû dikin."
Demirtaş, da zanîn ku banga HDP'ê ya ji bo Kobanê bangek di cihê xwe de ye wekî partiyek siyasi li hemberî êrişên DAIŞ'ê peyvira xwe ya mirovahiyê pêk anîne. Gelê Hopa, Stenbol, Enqere, Amed, Gever, Mêrdîn, Antalya û gelek bajarên din ji bo Kobanê rabûn ser piyan. Ji ber bertekên gelê Kurd Hêzên Koalisyonê gav avêt.
Demîrtaş, destnîşan kir ku gelê daket kolanan tundi bikar neaniye û bi awayekî demokratîk daxwaza mafê xwe kiriye. Demîrtaş, da zanin ku di roja duyemîn de hêzên tarî çek bikar anîn û xwest berxwedana gel a bi rûmet bişkînin. Serokkomar Erdogan li nêzî sînor got: "Kobanî ket" û hêrsa gel anî. Dîsa Wezîrê Dewletê got "Em ê du qat bersivê bidin" û gel sor kirin. Me wekî HDP'ê ne ji bo tundiyê daxuyanî da. Em her dem doza biratî û aştiyê dikin. Sedema vê tundiyê û aloziyê ne HDP ye. Dijberî vê yekê hikumet bi xwe ye."
'ME BI OCALAN RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ'
Demîrtaş, da zanîn ku bila pirsa 'Kesên çekdar çawa ketin nava gel' ji HDP'ê nepirsin û wiha berdewam kir: "Divê pêvajoya çareseriyê ji Kobanê cuda neyê girtin. Çalakiyên ji bo Kobanê pêk hatin ji bo aştiye bûn. Me heyeta HDP'ê bi cîgirê Serokwezîr Yalçın Akdogan re hevditin pêk anî. Me li dijî komkujiye xwest her kes hestiyar tevbigere. Me xwest her kes li dijî tundiyê li Kobanê xwedî derkevin. Divê hikûmet bi xwînsarî gavên pratîk bavêje. Divê dest ji zimanê neheqî û gefan berde. Hikûmetê hez û vîn daye DAIŞ'ê. Ji bo gelê me daket qadan û mafê xwe yê demokratîk bikar anî em ji gelê xwe spas dikin. Em her dem li gel Berxwedana Kobanê ne.
'HER TIŞTÎ BI KOMPLOYA LI HEMBERÎ OCALAN DESTPÊ KIR'
Demirtaş, bal kişand ser 9'ê Cotmehê û diyar kir ku her tiştî bi 9'ê Cotmeha 1998'an destpê kir. Demîrtaş wiha got: "Her tiştî bi 9'ê Cotmehê komploya li hemberî Ocalan dest pêkir. Heyeta HDP'ê ji bo aştiyê hevdîtin pêk anî. Em ê hevdîtinên xwe berdewam bikin. Heta niha li ser tu mijaran li hevkirin pêk nehatiye. Dê çalakî bidome. Ger ku wê çalakî bidomin çawa dê bidome. Ger ku daxwazên PYD'ê pêk neyên ev pirsgirêk çareser nabin. Divê ji bo daxwazên PYD'ê gavên berbivan bên avêtin."