Demîrbaş: Serketin dê ya Kurdan be
Demîrbaş: Serketin dê ya Kurdan be
Demîrbaş: Serketin dê ya Kurdan be
Şaredarê Sûrê Abdûllah Demîrbaş di xwarina fitarê de da xuyakirin ku Kurd û Kurdistan ji 21'ê Adarê û pê ve ketiye pêvajoyeke gelekî girîng û destnîşan kir ku serketin dê ya Kurdan be.
Şaredariya navçeya Amed Sûrê, li salona dawetê ya Nîlê xwarian fitarê da welatiyan û li gel Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê M. Emîn yilmaz, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Sûrê û xebatkarên şaredariyê, gelek welatî amade bûn. Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş li vê derê axaftineke kurt kir û bal kişand ser girîngiya pêvajoya ku gelê Kurd tê re derbas dibe.
Demîrbaş diyar kir ku "Pêvajoya Çareseriya Demokratîk" ketiye qonaxa duyemîn û destnîşan kir ku di encama vê pêvajoya bi 21'ê Adarê re destpê kiriye, ez di wê baweriyê de me ku serketin dê para Kurdan be.
Demîrbaş di axaftina xwe de bal kişand ser "Kongreya Netewî ya Kurd" ku wê di rojên pêş de li Herêma Kurdistana Federal bê lidarxistin û got, "Ez ji vê derê bi taybetî dixwazim mizgîniyekê bidim gelê me. Xeyaleke Kurd û Kurdistanê bicih hat. Û ev yek wê bibe wesîleya serketina Kurdistaniyan."
Li dû Demîrbaş, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê M. Emîn Yilmaz bibîr xist ku ewê ji bo Rojavayê Kurdistanê meşekê lidar bixin û banga beşdariyê li tevahiya gelê Amedê kir.