Dehhezaran kesan şervanê YPG'ê Tunç oxir kirin
Dehhezaran kesan şervanê YPG'ê Tunç oxir kirin
Dehhezaran kesan şervanê YPG'ê Tunç oxir kirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Selman Tunç ku li Serekaniyê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû li Nisêbînê spartin axê.
Li Navçeya Serêkaniyê ya binxetê şervanê YPG'ê Selman Tunç (Med Cûdî) di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê piştî cenaze wergirtin anîn Nisêbînê.
Cenaze li ser Rêya Îpek a Nisebînê bi girseyî hat wergirtin û ji aliyê dehhezaran kesan ve bi dirûşmayan, "Bijî Berxwedana Kobanê", "Kurdistan wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" gotin. Di merasîmê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û HPG'ê hatin vekirin.
Cenazeyê Tunç, li Goristana Şehîdan bi girseyî spartin axê. Di dema merasîma cenaze de gelek welatî derbasî Rojava bûn.
Ji bo Tunç li Taxa Firatê mala sersaxiyê hat vedan.



