DBP'ê nerazîbûn nîşanî medyaya wan hedef nîşan dide, da

DBP'ê nerazîbûn nîşanî medyaya wan hedef nîşan dide, da

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) nerazîbûn nîşanî hin saziyên medya û çapemeniyê da, ku rêveber û hilbijartiyên DBP'yî nîşan didin û destnîşan kir ku ji hemû neyîniyên rû bidin saziyên pêwenîdar ên medyayê û hikûmeta AKP'ê berpirsyar in.

Navenda Giştî ya DBP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Di rojên ku berxwedana li Kobanê derket qonaxeke krîtîk de, tê zanîn ku protesto û çalakiyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde bûne. Di rewşeke ku Kobanê bi gefa komkujiyê re rû bi rû ye de, li şûna ku encamên nerazîbûnên li hemberî DAIŞ û polîtîkayên AKP'ê yên palpiştiya DAIŞ'ê dikin bê nirxandin de, hin rêveber û hilbijartiyên me ji aliyê hin weşanên çapemenî û medyayê ve hedef tên nîşandan. Ji hemû bûyerên neyînî yên ji ber vê feraseta hedef nîşandanê derkevin holê, saziyên medya yên pêwendîdar û hikûmeta AKP'ê wê berpirsyar bin."

DBP'ê li ser vê bingehê bang li her kesî kir ku bi berpirsyarî rabin û got, "Weşanên bi naveroka kampanyayên lînçê, ku telafiya wê ne pêkane, ne bi kêrî aştiya civakî tê, ne jî bi kêrî jiyaneke demokratîk."