DBP cejnê pîroz nake wê li sînor di nav berxwedanê de be

DBP cejnê pîroz nake wê li sînor di nav berxwedanê de be

DBP’ê bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ û got, “Di rewşeke ku li hemberî gelê me êrîş hene em nikarin weke tiştek nîne cejnê pîroz bikin” û bang li her kesî kir da ku roja cejnê li Pirsûsê bi gelê Kobanê re bibin yekwicûd.”

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)’ê bi wesîleya cejnê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got,  "Li cihekî li hember gelê Kurd komkujî mijara gotinê be em nikarin cejnê pîroz bikin."

DBP’ê got, “Di arifeya cejnê de ku gelê me bi komkujiyekê re rû bi rû ye, tê xwestin ji aliyê çeteyên herî hov ên cîhanê û dij mirovatiyê ve bê dorpêçkirin, em nikarin ji vê re bibin temaşevan. Ji tevayî navçe, tax û gundan gelê me dive biherike Pirsûsê û tevlî berxwedana li wir bibe.”

Li cihekî ku li hember gelê me lkomkujî mijara gotinê be em nikarin weke tiştek nebûye cejnê pîroz bikin. Di tevahiya cejnê de hemû gelê me yê welatparêz û her kesê dixwaze li rûmeta mirovatiyê xwedî derkeve divê li Pirsûsê bi gelê Kobanê re yekwicûd be.

Ji ber van hemû pêşveçûnan wê li navenda me ya giştî, rêxistinên me yên navçe û bajaran cejn neyê pîrozkirin.”

DBP’ê herî dawî got: “Bi vê baweriyê di Cejna Qurbanê de em bang li tevayî rêxistinên me û gelê me dikin da ku li xeta sînor berxwedanê bilind bikin.”